Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir 2020-10-30 22:40:42 NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag (Laleş Wezrînî) ê 72 salî ji ber şewba Covîd-19'ê li Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.    Xizmetkar û kedkarê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya kurd nivîskar Osman Akdag (Laleş Wezrînî) ê 72 salî ji ber şewba Covîd-19'ê li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe. Li gorî zanyariyên ku malbata Akdag a li Êlihê dimînin ji ajansa me re ragihandin, ji ber şewba vîrûsa koronayê çûye ser dilovaniya xwe.    Akdag ji salên 80’yî ve di nava tevgera têkoşîna gelê kurd de cih girtiye û xebitiye û ji ber fikr û xebatên xwe 17an sal di girtîgehan de maye. Herî dawî beriya ku Akdag biçe Rojavayê Kurdistanê derbarê wî de 4 doz hebûn û dihat darizandin. Ew di “Doza Sereke ya “KCK’ê” ya Stenbolê de jî dihat darizandin.     Cenazeyê Akdag ê ku serê sala 2020’an berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Dêrika Hemko bi cih bûbû, li Dêrika Hemko hat definkirin.    OSMAN AKDAG KÎ YE?   Di sala 1949’an de li gundê Difnê yê bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve hatiye dinê. Lê ew bixwe ji gundê Wezrînê ya girêdayî Heskîfê ye. Di sala 1973’yan de mala xwe ji gund bar dike û tê navenda Êlihê. Piştî tê Êlihê têkoşîna azadiya gelê kurd nas dike û dest bi kar û xebatan dike. Di salên 80-90’î de li emniyetên polîsan gelek caran tê îşkencekirin. Akdag bi salan di nava partiyên siyasî yên TDH, DTP, BDP’ê de salan xebitiye. Di sala 2011’an de ji bajarê Stenbolê biryara vegera welat dide û tê li Êlihê bicih dibe. Ji sala 2011’an heta ku diçe Rojava endamê Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e û xebatên ji bo aştî û demokrasiyê bi rê ve dibir.   Her wiha du pirtûkên wî yên helbestan û romanek wî jî heye. Pirtûkek wî ji weşanên Aramê, pirtûkek wî jî ji Weşanên Sîtav û pirtûkek wî jî ji Weşanên Tevnê derketine.    Keçek û lawek wî û biraziyek wî jî Akdag di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dane.