ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-31 09:00:58 *Esnafên Amedê ku ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê fatûreyên xwe yên av û ceryanê bidin, hindik maye dikanên xwe bigirin.  * Rêxistinên ciwanan anîn ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, di serî de jin û ciwan û bi giştî tevahiya civakê tê tecrîdkirin û ji bo şikênandina tecrîdê bal kişandin ser têkoşînê û bang kirin.    * Rewşenbir û nivîskarên Êzidî, bal kişandin ser peymana Şengalê ku vîna gelê Êzidî tune dihesibîne û diyar kirin ku ev peyman li ser daxwaza Tirkiye pêk hatiye. Rewşenbiran wiha gotin: "DAIŞ dixwaze komkujiya li Şengalê pêk anîn berdewam bike. Dixwazin Şengalê bê Êzidî bihêlin.    * Aborîzan Ozgur Muftuoglû, teklîfa budçeyê wekî "pêşnûmayeke ku şer esas digire" nirxand û got wê ev teklîf bibe sedem ku welatiyên ku bertek nîşanî Erdogan dan û gotin "Nikarim nan bibim mala xwe" zêde bibin.    * Wezareta Tenduristiyê destûra xebatkarên tenduristiyê betal kiribû. Hevserokê Şaxa SES'ê Şiyar Guldîken, bertek nîşanî vê yekê da û got, ev biryar tê wateya ku wê hîn bêtir xebatkarên tenduristiyê bimirin.    * Dêra Germûşê ya ermeniyan û derdora wê, bûye wargeha defînegeran. Desteya Wezîran Dêra germûşê wekî "navenda turîzmê" îlan kiribû.    * Li Erdîşê polîsan gotibû "terorîst di malê de ne" û agir bera malbata Ataman dabûn. Di şewatê de hediye Atamanê jiyana xwe ji dest dabû û hevjînê wê Ahmet Ataman jî hatibû girtin. Dagehê 18 sal û 4 meh ceza li Ataman birîbû, lê belê Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn.    * Li Dersimê Hatûn Guder, li gel keda xwe ya li nav malê berhemên ku hildiberîne jî li ser dezgeha xwe ya biçûk difiroşe. Guder got: "Jina hilberîner, hîn bihêztir e."    * Kongreya Demokratîk a Gelan, ji bo ku starta "Hemleya Krîza Pirhejmarî" bide, wê li avahiya xwe ya li Taksîmê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Dayikên Şemiyê, wê çalakiya xwe ya hefteya 814'an, ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar bixe. (12.00)    * Ji bo Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan a li Amedê duh hat binçavkirin, wê li avahiya  Rêxistina HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê bê  lidarxistin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, wê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 611'emîn de, li dar bixe. (12.00)   * Meclîsa Jinên HDP'ê, bi tevlîbûna jinên nivîskar, aktîvîst, rojnameger, sendîkavan û parlamenter, wê li Otela Hill a Taksîma Stenbolê, komxebata "Di Zeyendiya Civakî de, Budçeya Hestiyar" li dar bixe. (13.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya "Em xwe diparêzin" de, wê bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Parêzer Raziye Tûrgût, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bagcilarê panelekê li dar bixe. (13:00)    * Wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Tuşba, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa F Wanê dewam dike de, civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (13.00)   * Parêzvanên mafê mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbolê di hefteya 449'emîn de çalakiya "Rûniştina F" û li Enqereyê jî di hefteya 321'emîn de çalakiyê li dar bixin. (13.30-14.00)