Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê 2020-10-31 13:07:49   SEMSÛR – Hevseroka HDP’a Semsûrê Zelîha Karinca, derbarê Roja Kobanê ya Cîhanê de diyar kir ku Kobanê hêvîbûna xwe ya ji bo gelan didomîne.   Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê, li ava xwe ya bajar derbarê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyaniyek da. Rêveberên HDP’ê tevlî daxuyaniyê bûn û Hevseroka HDP’ê ya Bajar Zelîha Karinca daxuyanî da. Karinca, destnîşan kir ku Kobanê hêviya xwe ya gelan a li dijî nebaşî û barbariyê didomîne û wiha got: “Berxwedana Kobanê ji bo nirxên mirovahiyên yên gelê kurd weke şerekî ku bedêl hatiye dayîn derbasî dîrokê bûye.”