Li Bedlîsê operasyona eskerî û şewata daristanan 2020-10-31 16:02:19   BEDLÎS - Hat hînbûn ku li Bedlîsê dest bi operasyona eskerî hatiye kirin û li daristana herêma Sahî şewatê rû da.    Hat zanîn ku li herêma Sahî ya nêzî gundê Oleka Jor  a girêdayî navenda Bedlîsê, dest bi operasyona eskerî hatiye kirin. Hat diyar kirin ku helîkopterên skorsky di saetên serê sibê de esker danîne herêmê û piştî operasyonê daristana qada Geliyê Şêxcimal a herêma Sehî şewatê rû daye.    Hat dest nîşan kirin ku operasyona li herêmê dewam dike û bi tu awayî mudaxileyî şewata daristanê nayê kirin.