Eskeran li Bajêrgehê gundiyek bi hespê wî ve kuştin 2020-10-31 17:05:02 COLEMÊRG – Li bajorka Bajêrgeh a girêdayî navçeya Geverê, eskerên derketibûn operasyonê, Alî Derelî yê 63 salî bi hespê wî ve kuştin. Hat diyar kirin ku cenazeyê Derelî nêzî 6 saetan li erdê ma ye.   Li gundê Awyan a Bajaroka Bajêrgeh a girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê, duh bi şev saet 18.30’an de, eskeran li ser sînor gule li Alî Derelî yê 63 salî barandin û kuştin. Hat hînbûn ku Derelî di encama gule barandina eskerên 500 metre dûrî mala wî derketibûn operasyonê, jiyana xwe ji dest da. Gundiyên xwestin biçin cenazayê Derelî bigirin hatin astengkirin. Ji ber vê yekê cenazeyê Derelî piştî ku 6 saetan li erdê dimîne, dûre radikin nexweşxanê. Hat dest nîşan kirin ku Derelî ji ber guleya ji pişta xwe xwarî, xwînîbûna hûndir derbas kiriye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye.   CENAZE 6 SAETAN LI ERDÊ MA   Xizmên Derelî yên me têkildarî bûyerê hevdîtin bi wan re kirin, ev agahî dan me: “Duh bi şev saet 18.30’an, Alî diçe hespê xwe girê bide. Esker li wî û hespê wî guleyan dibarînin. Guleyek li pişta Alî dikeve. Alî ji ber vê xwînîbûna hûndir derbas dike û jiyana xwe  ji dest dide. Destûr nedan ku em biçin cenazeyê xwe bînin. Cenaza 6 saetan li erdê ma. Ji ber vê  yekê rageşî derket. Gaza îsotê berdan me.”    LI GUND HAT DEFINKIRIN   Cenazeyê Derelî yê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, piştî kar û barên otopsiyê li gund hat definkirin.    BIRAYÊ WÎ JÎ BERÎ 37 SALAN HATIBÛ KUŞTIN   Hat diyar kirin ku birayê Derelî Abdulhalît Derelî yê 19 salî jî, di sala 1993’an de nêzî gund ji aliyê eskeran ve hatiye kuştin.