75 kesên din bi Covîd-19'ê mirin 2020-10-31 20:22:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 75 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 213 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 75 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 213 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 10 hezar û 252 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 375 hezar û 364.   Î