Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket 2020-11-01 10:23:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêjmara 46'an a Xwebûnê bi manşeta "Dejenerasyon û zimankujî" derket pêşberî xwînerê xwe. Nivîskar Necat Ayaz di quncirê xwe de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û got: "Bi axaftina bi zimanekî din dejenerasyon e! Tişta ecêbtir ev e, di civakê de li hemberî vê zimankujiya ewqas zelal heta niha tu reaksiyonek cidî derneketiye holê."    Rojnameya Xwebûnê bi hêjmara 46'an û bi sernavê "Dejenerasyon û zimankujî" derket pêşberî xwînerê xwe. Rojnameyê vê hefteyê cih da gotarên gelek nivîskarên nû. Di rojnameya Xwebûnê de Nivîskar Necat Ayaz bi gotara "Dejenerasyon û zimankujî", Nivîskar Hemîm Barîn bi gotara "Dem û Zindan, Nivîskar Bilal Ata Aktaş bi gotara "Odeya Arthur Rimbaudî", Nivîskar Xecê Bişeng bi gotara  "Jinkuştin, xwekuştin, çima?", Nivîskar Mîran Dilêr bi gotara "Salihê Nehsalî", Nivîskar Mem Avba bi gotara "Minet ji neyaran nabe", Nivîskar Felemez Ulug bi gotara "Roja Azadiyê", Nivîskar Cemîl Oguz bi zaravê dimilî bi gotara "Şar se keno, ma sekenê?", Nivîskar Ardîn Dîren jî bi dosyaya "Qewmê li pey azadî, nasname û zimanê xwe; amazîgh ango berberî" lêkolînên xwe bi xwînerên xwe re parve kirin. Dîsa Rojnameyê cih da roportaja Rizoyê Xerzî ya bi Nivîskar û lêkolînerê Kurdî Mehmet Oncu ya li ser folklorê. Rojnameyê vê hefteyê gotara Necat Ayaz a bi sernavê "Dejenerasyon û zimankujî" kir manşet. Ayaz, di gotara xwe de dibêje; "Bi axaftina bi zimanekî din dejenerasyon e! Li çar aliyê welêt, çi mezin çi jî biçûk hema bêje li hemû bajaran axaftina bi tirkî normalîze bûye. Tişta ji vê jî ecêbtir ev e, di civakê de li hemberî vê zimankujiya ewqas zelal heta niha tu reaksiyonek cidî derneketiye holê. Yek ji sedemên vê yekê, hilweşandina peyva "dejenerasyonê" ye..."