Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an 2020-11-01 12:53:47     ÎZMÎR - Cîgirê Serokomar Fuat Oktay, li Navenda Koordinasyona AFAD'ê daxuyanî da û diyar kir ku hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51 kesan.    Di 30'ê Cotmehê de li Îzmirê erdheja hêza wê 6.6 pêl pêk hat. Di erdhejê de zêdeyî 20 avahî hilweşiyan û bi sedan avahî jî zerarek mezin dîtin. Hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Cîgirê Serokomar Fuat Oktay, li Navenda Koordinasyona AFAD'ê daxuyanî da û diyar kir ku hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51 kesan.    Oktay, anî ziman ku herî zêde li Navçeya Bayrakli zerar pêk hatiye û li vir 6 avahî hilweşiya ne û 7 avahî divê bi lez bên xerakirin. Oktay, anî ziman ku 9 avahiyê wan zerarek mezin dîtine û 260 avahî hindik zerar dîtine. Oktay, anî ziman ku niha 896 kesên birîndar bûne têne dermankirin.