74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan 2020-11-01 19:34:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê, ji ber şewba vîrûsa koronayê 74 kesên din jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 106 kes jî bi vîrûsê ketin.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, têkildarî rewşa rojane ya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a li Tirkiyeyê, daxuyanî da. Li gorî tabloya Wezareta Tenduristiyê, 74 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 106 jî bi vîrûsê ketin. Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 10 hezar û 326'an, hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî derket 377 hezar û 473'yan.    Koca di parvekirina kir de wiha got: "Îro 2 hezar û 106 nexweşên me yên hatin tespîtkirin hene. Zêdebûna hejmara nexweşên giran îro jî dewam kir. Em mecbûrin ku hejmara nexweşên xwe yên giran kêm bikin. Xebatkarên me yên tenduristiyê bi fedekariyek mezin dixebitin. Ji bo ku em piştgiriya wan bikin, divê em ligorî bergiriyan tevbigerin."