ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN 2020-11-02 09:00:09 * Aktvîsta TJA’yê Berîtan Onen, diyar kir ku kampanyaya “Em xwe diparêzin” ji bo jinan bû hêvî û got: “Em ne mehkûmê tundiyê ne, ne mecbûrin werin kuştin û ne jî bêdeng bimînin. Werin em bi hevre civakê biguherînin û jiyanê ji nû ve ava bikin.” * Prof. Dr. Necla Kûrûl, diyar kir ku di pratîka 18 salan a desthilatdariyê de, hema bêje li ser zilamtiya “efendî”, jina “kole” arezûyên xwe danîn holê û got: “Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ jî vekin, ger nêrîna we ya pirsgirêkê neguhere, hûnê nekarin jinê bi hêz bikin. Divê em ji bingeh de bifikirin.”    * Bawer Agirî yê ku di odeya xwe ya çend metre kare de, li ser Youtubê perwerdeya zimanê kurdî dide, diyar kir ku kesên dixwazin xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî pêş bixin, dikarin li ser kanala “Hîngeha Kurdî” xwe bigihînin dersan.   * Ciwana ji bo pêşnûmeya qanûna torbe ya ku tê payîn pêşkêşî Lijneya Giştî bê kirin, nirxandina “xebata bêtemînat” a ji bo ciwanan kirin û gotin: “Bi vê armanc dikin ku koleyên ciwan ava bikin. Tekane rêya li dijî vê peşnûçeya qanûna torbeyê têkoşîne.”    * Welatiyên di Avahiyên War ên Civakî yên Wanê de dijîn, bertek nîşanî stendina cara duyemîn a pereyên dabûn dan û gotin: “Rêveberiya sîteyê ‘qezenca bêmaf’ bi dest bixe.”    * Di Dirûnxaneya Êlekênxemrî de, êlekên xemrî yên jinên yûrik ku li dijî tundiyê li xwe dikin û weke parastin cewherî bi kar tînin, ji nû ve tên zindîkirin. Ji avakarin dirûnxaneyê Denîz Turkmenoglû, diyar kir ku ew pir keyfxweş dibe ku dîrokê heya roja îro tîne û zindî dike.   * Pêşketinên têkildarî erdheja li Îzmîrê rû da, wê bên şopandin.   * Danişîna jinên li Stenbolê beşdarî dansa Las Tesîs bûn û doz derbarê wan de hatibû vekirin, wê li Edliya Anadolû ya li Kartalê bê dîtin. (09.00)   * Doza JÎTEM'ê ya Kerboran, wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê dewam bike. (10.00)   * Parlamenterê serbixe Ahmet Şik, rapora derbarê Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest dayî û Osman Şîban ên ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin û dûre ji helîkopterê hatibûn avêtin de, amade kiriye, wê li Meclîsê ji raya giştî re aşkere bike. (10.00)   * Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê li navenda giştî ya partiyê bicive. (11.00)   * Danişîna doza darizandina siyasetmedarên HDP û DBP'ê yên li ser îfadeya "Şahidê neben" li Mêrdînê hatibûn girtin, wê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (11.00)