Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin 2020-11-02 09:06:25 KOCAELÎ - Ciwana ji bo pêşnûmeya qanûna torbe ya ku tê payîn pêşkêşî Lijneya Giştî bê kirin, nirxandina “xebata bêtemînat” a ji bo ciwanan kirin û gotin: “Bi vê armanc dikin ku koleyên ciwan ava bikin. Tekane rêya li dijî vê peşnûçeya qanûna torbeyê têkoşîne.”  Bertekên li dijî pêşnûmeya “Qanûna Sîgorteya Bêkariyê û Qanûna Di Hin Mijaran de Mafê Guhertinê Kirin” a di komîsyona Plan û Budçe ya Meclîsê de hat qebûlkirin û tê payîn ku pêşkêşî Lijneya Giştî bê kirin dewam dikin.  Di hin madeyên pêşnûmeya qanûnê de cih digirin, ciwanan eleqedar dikin. Yek ji van madeyan, madeya “Peymana kar a ji bo karkerên temenê wan dibin 25’an de ye û temenê wan di ser 50’yan re de ye.” Ger ev peyman bê bicihanîn, wê tazmîneta kidem û ewlekariya kar a karkeran ji holê rabe. Di madeya din de jî, weke “xeta qismî” tê pênasekirin. Ji bo emekdariya karkerên di nava mehekê de, ji 10 rojî kêmtire xebitîne, wê prîma sîgortiyên wan neyin dayîn. Kardêr wê tenê prîma sîgorteya tenduristiya giştî bide.   ‘EWLEHIYA KAR JI HOLÊ RADIBE’   Endama Ciwanên Kedê ya Kocaelî Cemre Kavûk, diyar kir ku qanûn torbeyê ji bo ciwanan tê wateya “xebata bêtemînat” û wiha axivî: “Bi vê qanûna torbeyê, dixwazin ‘koleyên ciwan’ ava bikin. Îro gelek hevalên me dibin şert û mercên pir giran de, bi muçeyek kêm û saetên dirêj dixebitin. Ger xebata bi peyman bê belavkirin, ev rewş wê hîn girantir bibe. Dema ku karker bixwazin ji kar derbikevin jî, wê nekarin tesmîneta kidem û îxbarê bigirin. Ev jî wê bibe sedem ku ewlekariya kar ji holê bê rakirin. Divê ciwan li dijî vê yekê derbikevin û ji bo ‘ewlekariya kar û pêşeroja xwe’ bên gel hev û daxwazên xwe bînin ziman. Lazime, em destûrê nedin ku patron û desthilatdariya yek zimalî pêşeroja me xesp bikin. Ji bilî vê tu rêyekê me tuneye. Em dikarin bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mafên xwe bi dest bixin.”    ‘HÎN ZÊDE KEDXWARÎ’   Ciwana bi navê Gulfen Kavaka jî, da zanîn ku bi vê qanûna torbeyê dixwazin hîn zêdetir keda cîna karkeran bixwin û wiha got: “Ji bo ku krîza pergala kapîtalîzmê derbas bikin, şewb ji bo xwe veguherandin fersendê. Bi qanûnên torbeyan êrîşî karkeran dikin. Tekane rêya li dijî vê têkoşîne. Divê em li ber xwe bidin û ji bo sosyalîzmê têbikoşin.”    ‘BI VÊ ÊRÎŞÎ CÎNA KARKER DIKIN’   Endamê Yekitiya Ciwanên Şoreşger Mûhammed Hizmetçî jî, da zanîn ku ew êdî nikarin debara xwe bidin û wiha got: “Min di dibistanê de dest bi kar kir. Bi vê êrîşî cîna karkeran dike. Evê bandorekê neyînî li me bike. Di vê em, ji bo xwe û ji bo hemû karkeran rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe mezin bikin.”   MA / Kadîr Guney