Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e 2020-11-02 09:07:35 STENBOL - Di Dirûnxaneya Êlekênxemrî de, êlekên xemrî yên jinên yûrik ku li dijî tundiyê li xwe dikin û weke parastin cewherî bi kar tînin, ji nû ve tên zindîkirin. Ji avakarin dirûnxaneyê Denîz Turkmenoglû, diyar kir ku ew pir keyfxweş dibe ku dîrokê heya roja îro tîne û zindî dike.    Dirûnxaneya Jinan a Êlekênxemrî ya li navçeya Avcilar a Stenbolê hat vekirin, her roja diçe bi karên ku dike balê dikişîne ser xwe. Yek ji xebata wê ya bala her kesî kêşa ser xwe, rûpoşên xemrî yên “Peymana Stenbolê Pêk Bîne” bû. Dîrûnxaneyê li ser pêşnariya rêxistinên jinan, ev rûpoş dirûtin û niha li çar çaliyên welat belav bûne. Denîz Turkmenoglû ya ku ev kargeh li Taxa Yeşîlkent a Avcilarê vekir, di heman demê rê li ber xebatên jinan jî vekir. Niha hemû jinên taxê weke ku xebatkerên xwezayî yên dirûnxaneyê bin.    Turkmenoglû ya ku eslê xwe ji Yûrikên Tokatê ye, 17 salan di tekstîlê de xebetî û heya demê rastî hemû nêzîkatiyên cihêkar tê. Turkmenoglû, ji ber vê yekê dixwaze cihekê ku jin rehet lê bixebitin veke û dûre biryar dide ku dirûnxaneyekê veke. Turkmenoglû, bi dest pê kirina xebatê re, dixwaze çanda û dîroka kincên jinên herêma xwe jî bide jiyîn. Ji ber vê Turkmenoglû ji nû de dest bi dirûntina êlekên xemrî yên jinên yûrikan dike.     WATEYA ÊLEKÊN XEMRΠ   Tûrkmenoglû,  bal kişand ser wateya êlekên xemrî û wiha axivî: “Jinên yûrik ên di roja me ya îro de li Ege, Mugla, Antalya, Antakya û herêmên Torosan dijîn, êlekên xemrî weke mînaka li dijî tundiyê li xwe dikin. Jinên ku rastî tundiyê tên, van êlekên xwe li xwe dikin û diçin cihên ku hemû civak wan bibînin. Wateya vê yekê jî eve; ‘Ez zilamê ku tundiyê li min dike naxwazim.’ Yanî weke mîna ropûşên ku em niha ji bo ‘Peymana Stenbolê Bi Cih Bînin’ didûrine. Dema ku em rûpoşan didin ber rûyê xwe, êdî ne pêwîste ku em tiştek din bêjin. Em vê daxwaza xwe dîtbar dikin. Ev êlek jî wê demê bi vê armancê jinan li xwe dikirin. Jinên ku êlekên xemrî li xwe dikirin, ji aliyê civakê ve dihatin veder kirin. Êdî ev yek bibû mîna têkoşîna jinan. Ev weke ewlekariya jinên yûrikan bûn. Bibû tirsa zilaman.”    PARASTINA ÇEWHERÎ YA JINÊN YÛRIKÎ   Turkmenoglû, da zanîn ku êlekên xemrî ji bo hemû jinan sembolek dîrokiye û wiha lê zêde kir: “Em dixwazin dîrokê di roja me ya îro de zindî bikin. Jinan wê demê, li dijî tundiyê li xwe kirine, em jî di sedsala 21’emîn de weke sembola jinan bi bîr tînin û li xwe dikin. Divê em nirxên dîrokî yên jinan heyî bikin. Di heman demê de ev weke parastina çewherî ya jinane jî. Jinan wê demê ev weke parastina çewherî jî bi kar di anîn.”    ‘QEZENCA HEVPAR HEYE’   Turkmenoglû, bibîr xist ku ew bi keyfxweşî û kelecaneyeke mezin bi êlekên xemrî dîrokê tîne roja îro û wiha bi dawî kir: “Gelek jin bi awayekê dildarî tên dirûnxaneyê dixebitin. Em bihevre dihilberînin û qezenc dikin. Saekeke me ya diyar heye. Ji xwe ji bo me tu girîngiya saetê tuneye. Ya girîng ji bo me jin û keda wê ye. Em nêzîkatiyên mobbîngê red dikin. Em ji bo qezenca gelek jinan dixebitin. Li vê derê patron tuneye, hilberîna hevpar û qezenca hevpar heye.”    MA / Semra Turan