83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn 2020-11-02 11:22:28   MÊRDÎN – Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ku di çarçoveya lêpirsîneke li Mêrdînê hatibû destpêkirin de hat binçavkirin, heta niha 83 caran hatiye binçavkirin û derbarê wê de ji 200 zêdetir lêpirsîn hatine vekirin.    Di 30’ê cotmehê de Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan di çarçoveya lêpirsîneke ku li Mêrdînê hatibû destpêkirin de hat binçavkirin. Gokkan, ji ber lêpirsîneke ku di sala 2014’an de hatibû vekirin, li mala xwe ya Amêde hat binçavkirin. Bi Gokkan re 13 kesên din jî hatin binçavkirin. Piştî binçavkirin polisan Gokkan birin Mêrdînê. Li gorî nûçeyeke ku Jinnewsê derbarê binçavkirina Gokkan de derbas kiriye; heta niha Gokkan 83 caran hatiye binçavkirin û di nav 5 salan de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” li bajaran cuda derbarê wê de 5 lêpirsîn hene.     Her wiha derbarê dema wê şaredariya Nisêbînê de 200 dosyayên wê yên lêpirsînê hene. Li Amed, Dîlok û 2 jê jî Amedê bi giştî 4 dosyayên wê yên lêpirsînê bi hinceta ku heman sûc in ji aliyê 9’êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat yekkirin. Tê payîn ku vê dosyaya Gokkan jî bi dosyayên din re bê yekkirin.