35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn 2020-11-02 14:56:52   MÊRDÎN - Di doza 2 jê girtî 5 siyasetmedarên HDP û DBP’ê yên ji ber îfadeyên “şahide nepen” ên derketin holê ku sextene de, dadger li 5 siyasetmedaran bi giştî 35 sal cezayê girtîgehê birî û biryara berdana 2 kesên girtî da.         Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Mêrdînê û endamên Meclîsa Partiyê (MP) bi hinceta îfadeyên “şahidê neben” hatibûn binçavkirin û doz derbarê wan de hatibû vekirin. Danişîna biryarê ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin îro hat dîtin. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. 2 kesên girtî Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê yê berê Alî Sîncar û endamê Meclîsa HDP’ê Alaattîn Zemîr Zugurlî, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Parêzerên kesên tên darizandin di danişînê de amede bûn. Xizmên kesên girtîbûn jî, danişîn şopandin.   Dozger biryara xwe aşkere kir û xwest siyasetmedar Şêyhmûs Sûn, Leyla Bozkurt, Alî Sîncar, Alaattîn Semîr Zugurlî û Sedat Ay bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkarî dayîna rêxistinê” bên cezakirin.    Şandeya dadgehê piştî parastinan, ji bo endamê Meclîsa HDP’ê Alaattîn Zemîr Zûgurlî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh, ji bo Hevserokê HDP’ê yê berê Alî Sîncar jî bi heman hihcetê 7 sal û yek meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê di heman demê ji bo her du siyasetmedaran biryara berdanê da. Di heman demê de, dadgehê ji bo Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê ya berê Leyla Bozkurt jî 6 sal, 10 û 15 roj, ji hevserok Şeyhmûs Sûn 6 sal û 8 meh û ji bo endamê Meclîsa DBP’ê Sedat Ay jî 6 sal, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.