Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye! 2020-11-02 15:16:24   COLEMÊRG – Walîtiya Colemêrgê, piştî 5 rojan derbarê mirina Şeralî Derelî ku malbata wî dibêje ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin de daxuyanî da û diyar kir ku kuştina Derelî li gorî mevzûatê ye.   Şeralî Derelî, di 29’ê cotmehê de 50 metre dûrî mala xwe ya li gundê Awyan ê girêdayî bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Walîtiya Colemergê piştî 5 rojan daxuyanî da angaşt kir ku Derelî ji ber ku li gorî fermana raweste tevnegeriyaye, ji ber tarîtiya şevê xwestiye bireve, hêzên ewlehiyê li gorî mevzûatê mudaxeleyî wî kirine.