Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî 2020-11-02 16:06:18   ENQERE - Jina ciwan Gamze Acar a ku ji bo hevdîtina kar çû oteleke Kizilcahamamê, bi awayekê bi guman ji qata 5'emîn ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.    Hat îdîakirina ku jina ciwan a 17 salî Gamze Acar a li Enqerê dijiya, ji bo hevdîtina kar çû oteleke Kizilcahamamê û ji qata 5’emîn ket xwarê. Hat hînbûn ku Acar a ku jiyana xwe ji dest da, şeva borî xebatkarên şirketek sexte ew ji Kizilayê girtine û ji bo ku lê bi cih bibe, dibin Kizilcahamamê.   5 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan piştî bûyerê di odeya otelê de, dest bi lêkolînê kirin. Odeya ku polîsan lê lêkolîn kirin, belav bibû û şûşe şikiyabûn. Bi vî awayî hat dest nîşankirin ku di odeyê de pevçûn derketiye. Dûre 5 kes hatin binçavkirin û birin Amîrtiya Buroya Cînayetê. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer cenazeyê Acar birin Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê.    Mirina bi guman a Acar, cînayeta Şuşe Çet a ku sala derbas bûyî ji qata 20’emîn a Plazeya Yelken a Çanakaya ketibû xwarê, anî bîra mirovan.