Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc 2020-11-02 16:14:26 AMED – Tevlîbûna kongreya partiya wan a hevserokên HDP’a Amedê ku beriya çend rojan hatibûn girtin weke sûc hat hesibandin. Parêzerên hevserokan Serhat Eren, diyar kir ku çûna edliyeyê ya hevserokan jî bûye sûc.  Hevserokên HDP’a Amedê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik ku di 22’ê cotmehê de di serdegirtina avahiya partiya xwe de hatibûn binçavkirin, piştî binçavkirina 8 rojan di 30’ê cotmehê de hatibûn girtin. Bername û çalakiyên partiya wan, serdanên wan ên nûnerên rêxistinên sivîl, wêne û belgeyên ku di serdegirtina avahiya wan de hatin desteserkirin derbarê hevserokan de bûn mijara sûc.   ‘PERÇEYEK PROJEYÊ YE’   Parêzerên Ceylan û Ûyanik Serhat Eren, derbarê girtina wan de axivî û diyar kir ku dadgeha ku hevserokan darizandiye, biryara ku jê hatiye xwestine daye û wiha got: “Biryara girtinê perçeyek projeya dirêj a xitimandina xebatên HDP’ê ye. Bi vê projeyê tê xwestin ku girêdana HDP’ê û gel bê qutkirin. Destpêkê xwestin çalakiyên li ber HDP’ê asteng bikin lê bi serneketin. Niha jî hevserokan girtin.”   ÇÛYÎNA EDLÎYEYÊ BÛYE SÛC   Di berdewame de Eren, destnîşan kir ku çûyîna hevserokan a edliyeyê ya ji bo şopandina doza parlamenterên partiya wan weke sûc hatiye hesibandin û tevlîbûna wan a kongreya partiya wan jî bûye sûc.