76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine 2020-11-02 20:12:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 76 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 302 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 76 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 302 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 10 hezar û 402 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 379 hezar û 775.