Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î 2020-11-03 08:26:34   ÎZMÎR - Li Îzmirê piştî di 30'e Cotmehê de erdheja hêza wê 6.6 pêl pêk hat û zêdeyî 20 avahiyan hilweşiyan hêjmara kesên di bin kavilên avahiyan de jiyana xwe ji dest dan gihişt 100 kesan. Li 5 avahiyên hilweşiyan lêgerîna xelasiya mirovan didome.   Li Îzmirê di 30'ê Cotmehê de erdheja hêza wê 6.6 pêl pêk hatibû. Di erdhejê de zêdeyî 20 avahî hilweşiya bûn. Li gorî daneyên AFAD'ê heta niha 100 kes mirin û cenazeyên wan ji bin kavilên avahiyên xerabe derxistin. Di erdhejê de  994 kes jî birîndar bûn. Herî dawî di avahiya Yılmaz Erbek a ku hilweşiya bû de 3 cenazeyên din hatin dîtin.