ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN 2020-11-03 09:00:37 * Sekreterê Giştî yê DEDEF'ê Hasan Şen anî ziman ku bi projeya ku li Avzêmên Mûnzûrê hatiye destpêkirin tê xwestin çanda elewîtiyê ji holê bê rakirin û got: "A dikeve ser milê me ew e ku em şerê xwe ji bo çandê bikin."    * Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Ridvan Şîn, anî ziman ku ji ber tevdîr baş nayên girtin êdî mirina bijîşkan a ji ber Covîd-19'ê jî bûye tiştekî jirêzê û got: "Heger di rojekê de 4 bijîşk ji ber şewbê miribin, kes nikare bibêje em baş tên parastin. Binpêkirinine pir mezin hene."    * Li Gola Wanê keştiya penaberan noq bûbû û 61 penaber jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarî bûyerê de jî 9 kes hatibûn girtin. Parêzer Mahmût Kaçan, anî ziman ku hema bibêje 5 meh di ser dosyeya lêpirsînê re derbas bûne, lê belê hîn jî bi qasî serê derziyê pêşketinek çênebûye û îşaret bi "polîtîkayên bêcezatiyê" kir.    * Hevseroka Şaxa SES a Amedê Yildiz Ok, ji bo betalkirina destûra xebatkarên tenduristiyê got: "Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn."    * Serokê Şaxa JFMO ya Edeneyê Melîh Bakî, anî ziman ku yê erdhejê vediguherîne karesatê pêkanînên mirovan e û got, li bajêr 360 kesî serî li wan daye ku jêrzemînên wan tije av dibin û hîmê xaniyên wan dirizin. Bakî, bilêv kir ku heger erdhejek çêbibe wê karesateke mezin rû bide.    * Rêvebira Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef peymana Şengalê ku di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexdayê de hat çêkirin nirxand û got:" Pêwistiya Şengalê bi parastina wan nîne. Pêwistiya Şengalê bi naskirina îradeya wê, naskirina xweseriya wê û destkeftiyên wê heye."    * Li Cizîrê kesên ku xwe wekî polîsan dan naskirin, sîxurtî li Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Îbrahîm Kaya ferz kirin.    * HDP wê civîna koma xwe ya Meclîsê li dar bixe.   * Lijneya Rêveberiya Amed Spor, wê li navçeya Sûr a Amedê li kafeyekê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)    * Danişîna Dayikên Aştiyê yên bi hinceta piştgirî dan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda Îmraliyê doz derbarê wan de hatibû vekirin wê li 13'yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Bakirkoyê wê bê dîtin. (11.55)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û TÎHV, wê derbarê 100 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin de civîna çepemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Ji bo Serokê HEP'ê yê Bajêr Abdullasamet ê di sala 1992'yan de li Dîlokê di encama êrişekê bi çek de hatibû qetilkirin, wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr bernameya bîranînê bê lidarxistin. (13.00)   * TJA, wê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî bide çepemeniyê. (14.00)