DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin 2020-11-03 09:05:18 STENBOL - Sekreterê Giştî yê DEDEF'ê Hasan Şen anî ziman ku bi projeya ku li Avzêmên Mûnzûrê hatiye destpêkirin tê xwestin çanda elewîtiyê ji holê bê rakirin û got: "A dikeve ser milê me ew e ku em şerê xwe ji bo çandê bikin."    Di 5'ê Tebaxê de li Avzêmên Mûnzûrê yên li navçeya Pulur a Dersimê, di bin navê "sererastkirina hawirdorê" de makîneyên karî dest bi rûxandinê kirin. Şêniyên herêmê li ber vê yekê radibin û naxwazin Avzêmên Mûnzûrê ku ji bo wan pîroz in bên texrîbkirin. Ji bo vê jî serî li gelek cihan dane, lê belê serlêdanên wan bê encam man. Sekreterê Giştî yê federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Hasan Şen, destnîşan kir ku texrîbkirina Avzêmên Mûnzûrê tê wateya êrîşa li ser elewiyan.    PÎROZWERIYA DERSIMIYAN    Şen, anî ziman ku ji bo wan cihekî pîroz e û navê Avzêmên Mûnzûr Baba lê kirine û got, ji bo eleqiyên Dersimê cihekî baweriyê ye. Şen got: "Me di sala 2017'an d ebihîst ku dê li Avzêmên Mûnzûrê xebateke peyzajî bê kirin. Gava me li vê projeyê mêze kir, me dît ku dê ehr derî bikin avahî. Bi vê projeyê dihat xwestin ku li jora Avzêmên Mûnzûrê amfiyeke şanoyê û mescîdek bê çêkirin."    PROJEYA TUNEKIRINA ELEWIYAN    Şen, bilêv kir ku îqtidar dixwaze vê navenda bawerî û çandê ya elewiyan ji bo xwe bike mescîd û got: "Dixwazin vê devera ku eleqî îbadeta xwe lê dikin û findan pêdixin bikin devereke turîzmê. Ev tê wateya tunekirina elewiyan. fikrên xwe yên xirab li ser elewiyan pêk tînin. Me komele û gel îtiraz kir. Piştî îtirazên me proje sekinandin. Lê belê dû re hinekî bi projeê lîstin cardin dest bi talanê kirin."    ÊRÎŞA LI SER ÇANDA DERSIMÊ    Şen, destnîşan kir ku a tê kirin êrîşek e li ser çanda Dersimê û got: "Di serê xwe de nasnameyeke Dersimê çêkirine û dixwazin wê nasnameyê ferz bikin. Dersim ji bera berê de li cem ên mafdar e, xwedî xisleteke azadîxwaz e. A tê kirin jî ji bo jiholêrakirina vê ye."    TALANA JI BO SERMAYEYÊ    Şen, anî ziman ku îqtidar dixwaze bi vê projeyê ser û binê Dersimê bike pere û got, ji bo sermayeyê çi gav bên avêtin demildest pêk tên. Şen, destnîşan kir ku ya niha tê kirin tenê ne li Dersim, li dijî heyînên xwezayî hemûyan tê kirin û êrîşeke bi zanebûnî ye. Şen got: "Îqtidar ji bo xwe ji krîzê xelas bike çi hebe gişan texrîb dike. Lê ji bîr dikin; li Anatolyayê, li Dersimê, li Behra Reş û li çar hawirodê welêt pêwendiyeke ku ji axaê qut nabe heye. Şerê j bo xwedîderketina li axê heye û ev şer kir ku xweza û mirov bi darî hev kevin. Em cîhaneke ku xweza û mirov dotên hev bin, dixwazin."    ‘EM Ê ŞERÊ XWE YÊ JI BO ÇANDÊ BIKIN'    Şen, bilêv kir ku êrîşên li ser elewiyan ne nû ne û got: "Feraseta komkujî û talankirinên berê jî ev bû. Niha jî van polîtîkayên xwe li Dersimê pêk tînin. Ên li ber vê projeyê radibin dixwazin wan bitepisînin û wan didin ber lêpirsînan. A dikeve ser milê me, ew e ku em şerê xwe yê ji bo çandê bikin. Dê wê betona rijandine sibê nemîne. Dibe ku bifikirin û bibêjin em niha xurt in û bi tanq û topan bi ser berxwedêran de biçin, lê dê ev werê dewam neke. Sibê gava şert û merc guherîn, wê berxwedê mafên xwe bi dest bixin."    Herî dawî Şen li dijî liv û tevgerên sermayeyê bang li her kesî kir ku li ber xwe bidin.    MA / Berfîn Karaman