Girtiyê bi pençeşêrê bi vîrûsa koronayê ket 2020-11-03 11:56:13   AMED –  Nexweşê pençeşêrê Necmettîn Ayan ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê girtî ye, bi vîrûsa koronayê ket. Malbata Ayan, diyar kir li koqûşan di ser qapasîteyê de girtî dimînin.    Nexweşê pençeşêrê Necmettîn Ayan ku ji ber sûcekî edlî li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê girtî ye, bi vîrûsa koronayê ket. Ayan, niha li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê tê tedawîkirin.    Keça Ayan Derya Ayan, derbarê rewşa bavê xwe de axivî û diyar kir ku ji bilî nexweşiya pençeşêrê nexweşiyên mîna şekir, tansiyon, bêhnçikandin û pişikê jî hene û wiha got: “Li girtîgehê şertên paqijiyê tunene. Ji ber vê yekê ji bo girtiyan xeter heye. Li kogûşên 8 kesî 18 kes dimînin. Bavê min 4 sal in girtî ye, 2 sal berê bi pençeşêrê ket. Niha jî bi vîrûsa koronayê ket. Ji ber ku di seriya qapasîteyê de girtî hene, dibe ku vîrûs li girtîgehê berbelav bibe.”