Di doza Rahîpê Suryanî de şahid hatin guhdarkirin 2020-11-03 13:18:16   MÊRDÎN - Di danişîna 3’yemîn a doza Rahîbê Keşîşxaneya Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen ê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de, şahid hatin guhdarkirin.    Danişîna 3’yemîn a doza Rahîbê Keşîşxaneya Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Bîleçen ê di 10’ê Çile de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû girtin û di 14’ê Çile de jî hatibû berdan ê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Mêrdînê hat dîtin. Parêrzerê Bîleçen beşdarî danişînê bû û nûnerên komeleyên Sûryanî doz şopandin. Danişîn ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.    Di danişînê de, du kesên girtî yên derbarê Bîleçen de îfade dabûn hatin guhdarkirin. Her du kesan jî, diyar kirin ku wan xwarin ji Bîleçen xwestin û Bîleçen bêyî ku wan nas bike, tenê xwarin daye wan.  Bîleçen jî îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û got: “Ez van kesan nas nakim. Tenê dema hatin ber deriyê keşîşxaneyê min ew dîtin. Min tenê li gorî baweriya xwe xarin daye wan.”   Piştî guhdarkirin, şahidan, danişîn taloqî 27’ê Çileya 2021’an hat kirin.