Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin 2020-11-03 13:56:04 STENBOL – KCDP’ê, aşkere kir ku di meha Cotmehê de 21 jin hatin qetilkirin û 8 jin jî bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dan.   Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên di maha Cotmehê de rû dan, ji raya giştî re aşkere kir.    KCDP’ê, aşkere kir ku di nava mehekê de 21 jin hatin qetilkirin û 8 jin jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de, hat diyar kirin ku, ji 21 jinên hatin qetilkirin, mirina 12 ji wan nehat tespît kirin, 9 jin ji ber ku xwestin hevjînê xwe berdin, hatin kuştin û yên din jî ji ber ku daxwaza zewacê û têkiliyê ya zilaman red kirin, hatin qetilkirin.   KUŞTIN ZÊDE DIBIN   Di dewama raporê de wiha hat gotin: “Sedama kuştina 12 jinan nehat tespîtkirin. Hewl danên veşartina tundî û cînayetên jinan, dibe sedem ku kuştinên jinan zêdetir bibin. Heya ku neyê zanîn jin ji aliyê kî ve û bi kîjan hincetan tên kuştin, wê tundî û kuştinên jinan zêdetir bibin. Heya ku gumanbar, bersûc û qatil bi awayekê adîlane neyin darizandin û ceza kirin, wê ev rewş dewam bike. Heya ku bergirî neyin girtin, asta tundiyê zede bibe û her dewam bike.”