Li wêranşare kesek hat binçavkirin 2020-11-03 15:50:22   RIHA – Li navçeya Wêranşarê polisan bi ser malan de girt û kesekî binçav kirin û ferdên malbata wî jî derp kirin.   Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, polisan bi ser malan de girt. Polisan, di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Eyup Cîn bi angaşta “endamtiya rêxistinê” binçav kirin. Hat hînbûn ku polisan, di serdegirtinê de hemû amûrên malê ji hev xistine û ferdên malbatê jî derb kirine.    Hecî Cîn ku dema serdegirtina polisan li malê bûye, diyar kir ku polisan derî û paceyên malê şikandine û bavê wî Naîf Cîn, birayê wî Salih Cîn û birayê wî Eyup Cîn ku binçav kirine derp kirine.