Hamzaoglû: Talûke li ber derî ye, lê tevdîr nayên girtin 2020-11-04 09:08:31 STENBOL - Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, diyar kir ku tevdîrên li dijî şewbê tên girtin kêm in û ev yek jî dibe sedema ku hejmara miriyan û pêketiyan zêde bibe. Hamzaoglû, anî ziman ku talûkeyeke mezin li ber derî ye, lê hîna jî tu tevdîr nayên girtin.  Her diçe hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê dikevin û dimirin zêde dibin. Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, têkoşîna li dij şewbê û tiştên divê bên kirin nirxandin.    Hamzaoglû, diyar kir ku li di têkoşîna li dijî şewbê de li gor daneyên zanistî divê jiyana rojane jinûve bê sererastkirin û got: "Kes çi qasî dikarin jiyana xwe ya rojana bikeys bikin? Ne rast e ku mirov vê li kesan bar bike. Heta tiştekî dûrî aqilan e. Ji lewra mirov hene ji bo jiyana xwe bidomînin mecbûr in bixebitin. Lewma hem di warê taybet be de hem jî di warê cemawriyê de divê qadên xebatê jinûve bên bikeyskirin. Heger hûn di çaçroveyeke zanistî de tevnegerin, dê nexweşîn jî gur bibe û berbelav bibe."    TEVDÎRA SEREKE PÊŞÎLÊGIRTINA ASIL ÖNLEM BULAŞIYI ÖNLEMEK   Hamzaoglû, diyar kir ku hema bibêje hemû welat têkoşîna li dijî şewbê li ser asasên nexweşxaneyê û tedawiya nexweşan dane destpêkirin û got, lê belê tişta ewil divê pêşî li ber belavbûna nexweşînê bê girtin. Hamzaoglû got: "Yanî ji bo nexweşîn belav nebe divê tevdîr bên girtin û lêhûrbûna li ser tedawiya nexweşan e."    PERGAL Û PIRSGIRÊK   Hamzaoglû, diyar kir ku pergalên tenduristiyê yên ji salên 2000'î ve li seranserê cîhanê tên pêkanîn, li Tirkiyeyê jî ji aliyê AKP'ê ve wekî reform di bi navê "Veguehrîna di tenduristiyê" hatiye pêkanîn û got: "Li qadên jiyanê yên em wekî asta yekemîn bi nav dikin, xizmetên tenduristiyê bi pergaleke lîsteyî tên kirin û ev yek veguherî ku bi tu awayî eleqe bi derdora pirsgirêkê re nayê kirin û veguherandin awayekî pergala xizmeta tenduristiyê ya hin saziyên din li ser disekinin. Mesela em bibêjin li apardûmanekê 5 kes bo Covîd-19'ê ketine. Bijîşkê her pênc kesan jî cuda ye. Yanî wê kes nizanibe li wê apardûmanê 5 nexweş hene. Heta ji ber vê pergala lîsteyê, bijîşkên malbatî yên kesên heman malbatê jî cuda ne. Yanî bi vî awayî pergal nizane di heman malbatê de çend kes nexweş in. Ji ber ku ne pergaleke yekpare ye, li seranserê cîhanê dibe sedema gelek prisgirêkan. Lewma divê pergala bijîşktiya malbatî rasterast li gor pergaleke herêmî û nifûsî bê kirin."    QEDEXE NE ÇARE NE    Her wiha Hamzaoglû bal kişand ser qedexe û tevdîrên di pêvajoya şewbê de jî û got, di çareserkirina pirsgirêka tenduristiyê de qedexe ne çare ne. Hamzaoglû, destnîşan kir ku divê di çarçoveya zanyariyên zanistî de tevdîr bên girtin û got: "Qedexe niha bûne sedem ku îqtidar tirsê belav bike û serdestiya xwe qewîtir bike. Bû ku xizmeta tenduristiyê pêk neyê û azadiya fikr û ramanê bê tepisandin. Jixwe kêmbûna tevdîran jî, ji berbelavbûna şewbê diyar e. Hem hejmara nexweşan zêde dibe hem jî hejmara kesên ji ber nexweşînê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe."    PÎVAN ESAS NEHATIN GIRTIN    Hamzaoglû, diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê krîterên "Pêvajoya Jinûve" parve kiribûn, lê belê Tirkiyeyê di 1'ê Hezîranê de bêyî ku pîvan hebin di bin navê "asayîbûnê" de pêvajoyek da destpêkirin û got: "Ev pîvan yek jî esas nehatin gitin û jixwe re biryara 'asayîbûnê' dan. Em baş dizanin 14 roj şûnde li Tirkiyeyê şewb hat asta rewşa meha Nîsanê."    DANE NERAST IN    Hamzaoglû, pêvajoya navbirî di bin monopoliya Wezareta Tenduristiyê de tê kirin û got: "Têkoşîan li dijî şewbê bi beşdarbûna civakê, li navendekê tê kirin. Divê ev bi kesên ehlê vî tiştî re bê kirin. Daneyên tên berhevkirin divê ji tu welatiyan neyê veşartin. Wezareta Tenduristiyê agahiyan ji laboratûaran distîne û parve dike. Lê belê agahiyên ku em ji hevalên xwe yên li qadên digirin û yên wezaretê li hev dernayên. Her tim hejmareke kêm aşkere dikin."    Hamzaoglû, diyar kir ku heger têkoşîna li dijî şewbê bi vî awayî dewam bike hem dê hejmara kesên pê dikevin hem jî dê hejmara kesên jiyana xwe didin pir zêde bibin û got, şewb eynî wekî erdhejê û bûyereke xwezayî ye û bi tevdîran pêkan e ku pêşî li ber karesatê bê girtin. Hamzaoglû, destnîşan kir ku divê tevdîr ne di înîsyatîfa kesan de bin û got, dewlet divê mifha civakê esas bigire.    Hamzaoglû got, heger bi vî rengî neyê kirin, nexwe talûkeyeke mezin li ber derî ye, lê hîna jî tu tevdîr nayên girtin.      MA / Îdrîs Sayilgan