Xurdefiroş nikarin heqê kirêya xwe jî bidin 2020-11-04 09:08:34 WAN - Xurdefiroşên navçeya Tûşbayê anîn ziman ku bihayê her tiştî 3 qat zêde bûye û gotin, ji ber vê niha nikarin heqê kirêya xwe jî bidin.  Xurdefiroşên Wanê jî nesîb ji krîza aborî girtine. Xurdefiroşin li Sîteya Pîşesaziyê Biçik a Hesinkaran a Tûşbayê, diyar kirin ku ji ber zêdebûna dolar êdî karê wan nabe û gotin, nikarin heqê kirêya xwe jî bidin.    Xurdefiroş Îdrîs Kavala, anî ziman ku ji sala 2006'an ve vî karî dike û got: "Em ji bo pêşî li ber qirêjbûnê bigirin pir têdikoşin. Armanca me ew e ku em qirêjiya li wanê kêm bikin."    DIŞÎNIN HATAYÊ    Kavala, diyar kir ku mirov elemiyon, hesin, sifir û lastîkan tînin sîteya xurdefiroşan û got, piştî van beran ji hev dikin wan dişînin Hatayê. Kavala, anî ziman ku perçeyên amûrên spî jî distînin û got: "Mirov ji dêvla eşyayên sifir, ên kevn dikirin. Em perçeyên sarinc, cilşo û firaqşoyê dinirxînin. Em malzemeyên tên vê derê ji hev vediqetînin û cardin wan bi fiyetekî maqûl difiroşin."    HEQÊ KIRÊ    Kavala got: "Li gor salên berê marja kara me ji sedî 20-25 kêm bûye. Li vê derê hin esnaf hene, nikarin heqê kirêya xwe jî derxin. Ez nikarim mehaneya xebatkarên xwe yên bi sîgorteyê dixebitin jî bidim. Ji bo em karibin ji derheqê van rojên zehmet derkevin divê krediyeke faîza wê kêm bidin esnafan."    SOZÊ XWE BI CIH NEANÎN    Yûsûf Kanat ku ji sala 1996'an ve xurdefiroşiyê dike, diyar kir ku di serdema Şaredarê Wanê yê AKP'î Bûrhan yenîgun de bar kirine 10 kîlometre wêde çûne û got: "Berê em li navenda bajêr dixebitîn. Di sala 2005'an de, di dema Bûrhan Yenîgun de em hatin vê derê. Berê karê me baş bû, lê niha her diçe xirabtir dibe. Nexasim jî ji ber xurdefiroşên qorsan karê me kêm bûye. Şaredariyê soz da me. Gotin wê xurdefiroşên qorsan jî bînin vê derê. Lê hîn jî xurdefiroşên qorsan li navendê dixebitin. Em dixwazin her kes wekhev be. Madem wê li navendê bikin, nexwe çima me anîn vê derê. Soz dabûn me, lê bi cih neanîn. Em dixwazin ên qorsan jî bên vê derê bixebitin. Em mexdûr in."    Kanat, bal kişand ser rewşa dolar jî û got, ji ber vê her diçe karê wan xirabtir dibeç Kanat got: "Berê mesrefê barê TIR'ekê 15-16 hezar bû, lê niha li me bûye 40-45 hezar. Qîmeta pere nemaye. Berê kîloya sifir bi 10 TL'yan bû, niha bûye 40 TL; elemyon bi 4 TL'yan bû niha bûye 8 milyon. Gava dolar zêde dibe, TL bêqîmet dibe. Ev yek bandoreke nebaş li me dike."    MA / Bariş Donmez