'Li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye' 2020-11-05 09:26:32 ŞIRNEX - Rêvebirê Egîtîm Sen a Şirnexê Adnan Şenbayram, diyar kir ku li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye û got: "Ji hêla rêvebirên payebilind ve, ji rêveberên dibistanan re ferman hatiye ku weke ku di dibistanan de weke ku kêmasî tunebe, her tiştî bêqûsir nîşan bidin. Niha li herêmê vê rêbazê diceribînin."  Li Tirkiyeyê ji meha Adarê ve ji ber şewba Covîd-19'ê perwerdehiya rûbirû bi awayekî demborî hatibû sekinandin. Di vê çarçoveyê de bi rêya Tora Înformatîkê ya Perwerdehiyê (EBA) perwerdehiya ji dûra ve hat kirin û ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn li ser EBA TV'yê dest bi weşanê hat kirin. Lê belê piştî di vê pergala navbirî de gelek prisgirêk rû dan, bû cihê nîqaşan. Rêvebirê Egîtîm Sen'ê yê Şirnexê Adnan Şenbayram, bilêv kir ku bernameya perwerdehiya ji dûr ve li herêmê veguheriye firsendeke newekeheviyê û got, rayedaran ferman daye dibistanên herêmê ku her tiştî bêqisûr nîşan bidin, wekî ku li dibistanan tu kêmasî tune ne.    'JI 25 XWENDEKARAN TENÊ 2 XWENDEKAR XWE DIGIHÎNIN EBA'YÊ    Rêvebirê Egîtîm Sen'ê yê Şirnexê Adnan Şenbayram, anî ziman ku xwendekar bi tu awayî ji pergala EBA'yê sûd nagirin û got: "Li welêt, bi belvabûna Covid-19'ê re, dibistan di meha Adarê de hatin girtin. Fersendek newekhev û girîngiya li dijî perwerde û hîndekariyê di vê pêvajoyê de jî baş hat dîtin. Dema ku mirov li rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê dinêre mirov vê rastiyê baştir dibîne. Wezareta Perwerdehiya di xala derfeta wekhev de got, 'Em ê bi EBA'yê re perwerdehiyê bidomînin.'  Erê, ew rêbazek baş bû. Me dikaribû awayekî gelemperî vê projeyê wekî derfetekê bi kar bianiya. Lê belê, li vê herêmê li gelek gundan ceyran, şebeke tune ne ku heta înternet û tablet û telefon hebin. Em li vir ferq û cudahiya ku di navbera xwendekaran de dibînin. Em dikarin bibêjin, li Şirnexê ji 25 xwendekaran tenê 2 yan jî 3'ê xwendekar dikevin EBA'yê. Ev dibe sedem ku newekhevî zêdetir bibe. Wezareta Perwerdehiyê dikare vê yekê nîşan bide? Na. Bi taybetî li Şirnexê,  li gel Wezareta Perwerdehiyê, walîtî, Midûriyeta Perwerdehiyê û saziyên heyî li her derê dibêjin ku 'Me li herêmê binesaziya EBA'yê ava kir. Xwendekar kengî bixwazin dikarin xwe bigihînin EBA'yê.' Bi van gotinan ew bi projeyên ne rast hewl didin ku me bixapînin. Lê bi vekirina dibistanan dixwazin ku di qada perwerdehiyê de kêmasiyên xwe yên aborî ji holê rakin."    TELÎMAT: HER TIŞTÎ BÊQISÛR NÎŞAN BIDIN    Şenbayram, di berdewamiya axaftina xwe de got rayedarên herêmê di qada perwerdehiyê de wekî ku her tişt baş derbas dibe nîşan didin û wiha dom kir: "Hûn îro li Şirnexê biçin kîjan dibistanê, hûn ê bibînin ku tevdîr nehatine girtin. Mesafeya fîzîkî li ber çav nayê girtin, dezenfektan ji dibistanan re nehatine şandin û ji dibistanan re bûdçeyek nehatiye veqetandin. Midûriyeta perwerdehiyê ya bajêr û rayedarên saziyên fermî wekî 'Dibistanên me tevahî hatine paqij kirin, me dezenfektan, maske û her cûreyê  piştgiriyê ji her dibistanan kir' nîşanî gel didin.  Lêbelê, ev  ne rast e. Li Şirnexê, hewl didin ku her tiştî wekî ku baş e û her tişt baş dimeşe nîşan bidin. Perwerdehiya li Şirnexê bêguman ne di rewşeke ku em dixwazin de ye. Ji hêla rêvebirên payebilind ve  ji  rêveberiyên dibistanan re telîmat hatiye û gotine 'Her tiştî bêqusîr nîşan bidin, wekî ku di dibistanan de kêmasiyek tune ye nîşan bidin.' Niha vê rêbazê diceribînin. Naxwwazin ku malbat bi tiştekî agahdar bibin. Li dibistanan mamoste û  xwendekarên ku rexne dikin jî naxwazin."    Şenbayram, anî ziman ku li Şirnexê pergala perwerdehiyê hilweşiyaye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Li Şirnexê di warê perwerdehiyê de firsendek wekheviyî tune ye. Ew tenê hewl didin ku bê ka yê çawa civakê bixapînin. Tişta ku di vê pêvajoyê de ji xwendekaran re pêwîst e, nehat kirin. Di vê astê de, em nikarin bibêjin ku gelek tişt bi dest ketine. Lê saziyên heyî vê rewşê li ser kaxezê wekî ku baş bin nîşan didin da ku di qada xwe de bigihên asta bilind. Mixabin, li vir pergala perwerdehiyê li gorî pêwistiyên xwendekar, dê û bavan nameşe."    MA / Zeynep Dûrgût