Bi lîstika ‘Hema Hema Jin Elîzabeth’ sibê perde vedikin 2020-11-05 09:59:41 AMED - Şanoya Bajar a Amedê, sibê bi lîstika “Heme Hema Jin Elîzabeth” dê perdeya sezonê vebike. Şanoya Bajar a Amedê, sibê bi lîstika “Heme Hema Jin Elîzabeth” a nivîskarê îtalyan Darîo Fo ku ji aliyê Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ve lîstika wî ya “Bêrû” hatibû qedexekirin, dê perdeya sezonê vebike.   Şanoya Bajar a Amedê, bernameya xwe ya sezona nû ya lîstîkên meha mijdarê aşkera kiribû. Li gorî bernameyê; wê tevahiya meha mijdarê lîstîka “Heme Hema Jin Elîzabeth” a Darîo Fo û lîstika “Xwezginî” ya Şaliko Bêkes bên leyîstin. Wê sibê saet di 19.30’an de bi “Hema Hema Jin Elîzabeth” starta lîstikan bê dayîn û dê lîstik li dika nû ya li Dîclekentê bi bergiriyên vîrûsa koronayê bê nîşandan.