Li Girtîgeha Rihayê hejmara pêketiyan zêde dibe 2020-11-05 11:31:39   RIHA - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Rihayê, hejmara pêketiyan zêde dibe û rewşa hin girtiyan girane. Rabîa Alakûş a ku bav, bira û apê wê bi şewbê ketine, da zanîn ku berpirsê vê rewşê desthilatdariye.      Hat dest nîşan kirin ku li Girtîgeha Sergirtî ya Hejmara 2 a Tîpa T a Rihayê, hejmara pêketiyên vîrûsa korona (Kovîd-19) zêde dibe, girtiyên rakirine nexweşxanê û rewşa wan giran, hene. Di rojên derbasbûyî de, hatibû ragihandin ku girtî Pervîz Azîzî û Alî Bekî bi vîrûsê ketine. Di heman demê de, hat hinbûn ku Zekî Alakûş, Fahrettîn Alakûş, Mehmet Alakûş û Reşo Alî jî bi koronayê ketine.    Hat diyar kirin ku rewşa Mehmet Alakûş girane û rakirine nexweşxanê. Xwişka Alakûş Rabîa Alakûş, anî ziman ku bav û apê wê yên girtî bi şewbê ketine û rewşa wan xirabe.    AGAHIYÊ NADIN   Rabîa Alakûş, bal kişan ser rewşa xizmên xwe û wiha axivî: “Di 18’ê Îlonê de, bavê min Zekî, birayê min Mehmet û apê min Fahrettîn Alakûş anîn dadgehê û di vegera girtîgehê de dixin karantînayê. Piştî 14 roj pêvajoya wan a karantînayê bi dawî dibe jî, encasma testa wan jî negatîf derdikeve. Ligel vê yekê jî wan, nabin odeyên wan. Hem hevdîtinên wan ên telefonê û hem jî hevdîtinên wan ên asayî qedexe kirin. Em her rojê, bi dehan car li girtîgehê digerin. Lê tu agahiyê nadin me. Em çûn girtîgehê, em nexistin hûndir. Dûre em fêr bûn ku kesên nû tên girtin jî dixin van odeyên karantînayê. Testa du kesên ji dervede hatine, pozîtîf derketiye. Bi zanebûn ev her du kes dane gel bav û apê min. Ji ber vê bav, bira û apê min bi vîrûsê dikevin.”      BERPIRSIYAR DEWLETE   Alakûş, bibîr xist ku bavê wê Zekî Alakûş û apê wê Fahrettîn Alakûş li girtîgehê di karantînayê de ne û ev hişyarî kir: “Rewşa bav û apê min girane. Ji ber ku rewşa birayê min jî xirab bûye, ew rakirine nexweşxanê. Bi mirinê re rûbirû ne. Li şûna ku girtîgehê vale bikin, hîna jî xemsar tevdigerin. Ji ber xemsariya midurê girtîgehê, ev rewş derketiye holê. Em naxwazin tenduristiya malbata min, bixin destê kesekê xemsar. Berpirsê tabûtên ji girtîgehan derkevin desthilatdariye.”    Girtiyê bi navê Mehmet Bînîcî yê ku duh bi malbata xwe re hevdîti kiribû jî, ragihand ku Reşo Alî, Pervîz Azîzî, Alî Bekî, Mehmet Alakûş û Zekî Alakûş bi şewbê ketine.