Karkerê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da 2020-11-05 11:39:27   MÊRDÎN – Li navçeya Mehsertê, birûskê li karkerên ku derketin ser dîreka ceyranê da û karkerekî jiyana xwe ji dest da   Li taxa Beşîkkaya ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê, 2 karker ji bo temîrkirinê derketin ser dîreka ceyranê. Di kêliya ku karker li ser dîrekê bûn birûskê avêt û li her dû karkeran ket. Ji ber lêdana birûskê ceyranê bi karkerê bi navê Ahmet Aslan girt û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Aslan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.