Ji ber xesara erdhejê girtî ji Girtîgeha Bûcayê sewq bûn 2020-11-05 12:54:10   ÎZMÎR – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku ji ber xesara erdajê girtî sewq bûne û ev jî bûye sedem ku li kogûşan hejmara girtiyan û xetereya vîrûsa koronayê zêde bibe.   Ji ber erdheja Îzmîrê ku navenda wê navçeya Seferîhîsar bû, li bajar gelek avahî xesar gihîştiye wan. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Ggerlîoglû, diyar kir ku ji ber Girtîgeha Bûcayê jî gihîştiyê, girtî ji hatine derxistin û sewqî girtîgehên din hatine kirin. Gergerlîoglû, destnîşan kir ku li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên cuda bi dest xistiye girtî sewqî Girtîgeha Şakran û Afyonê hatine kirin û ev peyama ku jê re hatiye parve kirin: “5 kes hatine kogûşa bavê min û bûne 28 kes. Bavê min got ku kogûşa wan a 10 kesan e, ne tenê razandin nikarin li piya jî ji xwe re cih bibînin. Em bi şev nikarin biçin daşirê.”    Gergerlîoglû, da zanîn ku wê ev rewş bibe sedem ku xetereya vîrûsa koronayê li girtîgehan zêde bibe.