Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-11-05 13:26:34   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku bi muwekîlên xwe hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de di navbera 2’ê gulan û 7’ê tebaxê de 5 caran bi muwekîlê re hevdîtin pêk anîbûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê îlonê de bi hinceta nexşerêya Ocalan ku di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re ji bo 6 mehan qedexe kiribû.