Di 10 mehên ewil ên salê de 160 hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin 2020-11-05 14:30:50 ENQERE - Li gorî rapora ÎHD’ê, di nava 10 mehên ewil ên salê de, 160 kes hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, banga dest ji van rêbazên îşkenceyê berdin kir.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya 10 mehên ewil ên sala 2020’an a derbarê îşkence, revandin û ferzkirina sîxûrtiyê de amade kiribû ji raya giştî re aşkere kir.    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civîna çepemeniyê ya li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Di vê mijarê de, me pêwîstî dît ku em raporekê amede bikin. 3 salin ev rewş dewam dike. Kirînên piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, ji nû ve rû didin. Di 3 salên dawî de, mirov tên îşkencekirin, tên revandin û sîxurtî li ser wan tên ferz kirin. Din ava 10 mehên ewil ên sala 2020’an de, 160 kes bi rêbazên zext û gefan sîxûrtî ferzî wan hat kirin û hatin revandin. Li dijî binpêkirinên mafan ên di salên dawî pir zêde bûn de, me her tim rayedar hişyar kirin. Ev hejmar, hejmarên ku me tespît kirine. Ez weke welatiyekê, bi şaşwaziyeke mezin difikirim ku Tirkiyeye çawan ketiye vê rewşê? Gelo çima kesên li Meclîs evqas bêdengin? Ev pêkanîn bi tu kesî nadin qezenc kirin. Divê Meclîs peywira xwe bicih bîne û derbarê van bûyeran de dest bi lêpirsîna dîsîplînê bike. Me par jî Meclîs hişyar kiribû, lê ev bûyer îsal zêdetir bûn. Lazime ku dest ji van rêbazên îşkenceyê bên berdan.”   BI GIŞTÎ 160 KES    Di rapora ÎHD’ê de, têkildarî revandina kesan de ev agahî hat dayîn: “Tenê di 10 mehên ewil ên sala 2020’an de, ji bo Navenda Giştî ya ÎHD’ê 6, Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê 11, Şaxa ÎHD’ê ya Amedê 5, Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê 14, Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê 5, Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê 1 û Şaxa ÎHD’ê ya Wan 3 serlêdan hatin kirin. Dîsa li gorî Yekîneya Dokumantasyona Navenda Giştî ya ÎHD’ê, 10 kesa hatin revandin, sîxûrtî ferzî wan hat kirin, gef li wan hat xwarin û beyî ku derbarê van kesan de karê fermî bê kirin, serbest hatin berdan. Di heman demê de 72 kes li cihên cuda hatin binçavkirin û ji derveyî cihên lêhatibûn binçavkirin sîxûrtî ferzî wan hat kirin û gef li wan hat xwarin. 4 kes jî li girtîgehan, sîxûtî ferzî wan hat kirin. Li ser medya civakî gefa kuştinê li 29 kesan hat xwarin. Ev hejmar bi giştî 160 kesin.”