Hevşaredarê Qelqeliyê Almaç hat berdan 2020-11-05 14:56:36   WAN - Hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç ê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, piştî 11 mehan hat berdan.   Hevşaredarê Navçeya Qelqelî yê Wanê Yakûp Almaç ê di 6’ê Kanûna 2019’an de hatibû binçavkirin, qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” hatibû girtin, di danişîna duyemîn a doza xwe de hat berdan.    2’yemî danişîna Almaç li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Almaç, bi pergala SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wî jî danişîn şopandin. Almaç, di danişînê de îfadeya xwe ya berê dubare kir, beraet û tehliya xwe xwest. Parêzerê wî Îsmaîl Guler jî di heman çarçoveyê de parastin kir û daxwaza berdana muwekîlê xwe kir.     Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, derbarê Almaç de biryara berdanê da û danişîn taloqî 25’ê sibata 2021’an kir.