Lêpirsîna derbarê êrîşa li ser karkerên kurd 3 meh in wekî berê ye 2020-11-06 09:00:17 MÊRDÎN - Li Sakaryayê karkerên kurd bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabûn. Piştî êrîşê karkeran gilî kiribû. Lê 3 meh derbas bûn, hîn jî tiştek nehatiye kirin. Parêzer Kemal Erdem, anî ziman ku dozgeriyê bi tawanbarîya "birîndarkirina sivik" lêpirsîn daye destpêkirin û got: "Lê divê befret û cihêkarî jî daxilî nav dosyeyê bê kirin.  Di 4'ê Îlonê de li Taxa Sirtê ya navçeya Ortakoy a Sakaryayê karkerên demsalî yên kurd bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabûn. Piştî vê êrîşê karker mecbûr man ku vegerin gundê xwe Kelekê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê. Karker, piştî vegeriyabûn gilî kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê jî lêpirsîn dabû destpêkirin.    Di çarçoveya lêpirsînê de êrîşkar Hasan Cebecîoglû û Kenan Cebecîoglû bi şertê kontrolkirina edlî û qedexeya derketina derveyî welêt hatibûn berdan. Di çarçoveya lêpirsînê ku bi tawanbariya "birîndarkirina sivik" hatibû destpêkirin de jî li Şemrexê cendirmeyan îfadeya 16 karkeran girtibû. Lê 3 meh derbas bûne hîn jî lêpirsîn wekî berê ye.    Kesên ku îfade dabûn 4 kesan derpêş kiribû ku êrîşeke nîjadperest nekirine û tim alîkariya karkeran kirine. Kenan Cebecîoglû jî di îfadeya xwe de îdia kiriye ku ne wî, karkeran êrîşî wî kirine."    Ji êrîşkaran Hasan Cebecîoglû jî derpêş kiriye ku karkeran êrîş aniye ser wî û giliya karkeran kiriye.    TIŞTEKÎ TIRSNAK E    Parêzer Kemal Erdem ku dozê dişopîn e jî anî ziman ku tenê di çaçroveya tawanbariya "birîndarkirina sivik" de îfadeya sûcdaran hatiye girtin û got, ya hatiye kirin di warê hiqûqê de tiştekî tirnsak e.  Erdem, destnîşan kir ku bi "birîndarkirina sivik" birêvebirina lêpirsînê têkildarî polîtîkaya bêcezatiyê ye û got, divê sûcê "nefret" û "cihêkariyê" jî daxilî nav dosyeya lêpirsînê bên kirin.    MA / Ahmet Kanbal