'Kaya înfaz kirine' 2020-11-06 09:00:21 STENBOL - Gava polîsan Îslam Kaya biribûn Girtîgeha Wanê, bi hinceta ku "serê xwe li cihekî xistiye" wî birine nexweşxaneyê û piştî ku ji beşa awarte hatibû derxistin, hatibû derpêşkirin ku xwe kuştiye. Malbata wî diyar kir ku Kaya xwe nekuştiye, hatiye înfazkirin û got: "Em ê dev ji bûyerê bernedin."   Di 15'ê Tebaxa 2019'an de gava Îslam Kaya bi wesayîta xwe ji Elbakê diçû Wanê, eskeran wesayîta wî dabû sekinandin û bi hinceta derbarê wî de biryarek hebûye wî binçav kiribûn û dotira rojê jî hatibû girtin. Lê gava polîsan wî biriye girtîgehê, bi hinceta serê xwe li cihekî xistiye û birîndar bûye, eskeran ew rakirine Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Wanê û li nexweşxaneyê wî xistine beşa awarte. Li nexweşxaneyê hatiye etspîtkirin ku hêla çepê ya serê wî kupiyaye û ji ber vê xwîn çûyer ser mêjiyê wî.    Lê piştî wî ji beşa awarte derxistine wî birine odeya serwîsê û li odeyê destên wî bi nivînê ve kelemçe kirine. Paşê hat gotin ku di 27'ê Tebaxa 2019'an de xwe ji paceya odeyê avêtiye û xwe kuştiye.    GOTIN 'XWE JI WESAYÎTÊ AVÊTIYE'    Kurê Îslam Kaya Îlhan Kaya anî ziman ku ji ber ku çek li ser bavê wî hebûye di dema sekinandina wesayîtê de hatiye binçavkirin û got, dema ji Elbakê diçû Wanê di rê de hatiye binçavkirin û pêşî wî birine qereqola cendirmeyan û ji wir jî wî birine midûriyeta emniyetê. Kaya, diyar kir ku roja dinê jî bavê wî hatiye girtin û got: "Bavê min li wesayîta polîsan siwar dikin û ji paş ve destên wî kelemçe dikin. Bi vî awyaî wî dibin girtîgehê. Roja wî birine girtîgehê êvarî telefonî me kirin. Kesê bi me re xeber da got, 'Bavê we niha li nexweşxaneyê ye, rewşa wî nebaş e, biçin nexweşxaneyê.' Li ser vê dêya min û birayê min ku wê çaxê li Wanê bûn çûn nexweşxaneyê. Ez jî li Stenbolê bûm û bi balfirê çûm Wanê. Gava em çûn nexweşxaneyê me pirsî bê çi bûye. Rayedaran ji m re got 'Gava bavê we birine girtîgehê di rê de xwe ji wesayîtê avêtiye û xwestiye bireve. Ji ber ku xwe avêtiye birîndar bûye û wî anîne nexweşxaneyê.'"    NÎVIYÊ QOQÊ SERÊ WÎ ŞIKESTIBÛ    Kaya, diyar kir ku di 23'yê Tebaxê de bavê wî ji beşa awarte derxistine û birine serwîsa asayî û got: "Piştî bavê min birine odeya serwîsê, bi me xwest em biçin cem bavê xwe. Lê dozgeriyê destûr neda. Nehiştin em nêzî odeya ku bavê min tê de bû jî bibin. Lê piştî me israr kir, vê carê gef li me xwarin. Ji bo haya me ji tenduristiya bavê min çêbibe, çûm cem bijîşk. Lê bijîşk jî tiştên ku polîs ji me re gotin ji me re got. Piştî me israr kir, bijîşk got, serê bavê we derb xwariye û nîviyê qoqê serê wî şikiyaye û mucîze ye ku sax bimîne."    GOTIN ÎNTIHAR KIRINE    Kaya, anî ziman piştî bijîşkan bi parêzer re axiviye û bi rêya parêzer gilî kiriye. Kaya, bilêv kir ku piştî bavê wî hinekî baş bûye cardin hatiye Stenbolê û piştî çend rojan hatiye gotin ku bavê wî întihar kiriye.    ‘BAVÊ MIN HAT ÎNFAZKIRIN'    Kaya, destnîşan kir ku bavê wî ne ew kes bûye ku întihar bike û got: "Em dibêjin, bavê min înfaz kirine. Li odeya bavê min 24 saetan 7 cendirme hebûn û her du destên wş bi nivînê kelemçe kiribûn. Kesekî destkelemçekirî wê çawa xwe di paceyê re bavêje û întihar bike. Bila kes ne li bendê be ku em bawer bikin."    Kaya, anî ziman ku heya berpirsiyar bên cezakirin wê dev ji vê dozê bernedin.    'POLÎS LI SERÊ MIN XIST'    Hevjîna Îslam Kaya Meryem Kaya diyar kir ku bi destûra dozgeriyê carekê hevjînê xwe dîtiye û got: "Gava çûm odeyê şiyar bûbû. Min jê pirsî, 'Îslam ev çi hal e, çi hat serê te, çima te xwe ji wesayît avêt?' Wî jî ji min re got, 'Min xwe ji wesayîtê filan bêvan neavêtiye. Piştî dadgehê ez girtim polîsan ji paş ve destn min kelemçe kirin û berê xwe dan girtîgehê. Gava em dir rê de bûn, nerihet bûm. Min ji polîs re got, 'ez ne baş im, pêşî min bibin nexweşxaneyê, dû re min bibin girtîgehê.' Piştî min werê got, polîsan xeber ji min re gotin. Gotin nêz were û min jî xwe nêzî wî kir. Gava min xwe nêzî wî kir li ser hev du li ser min xist. Heya min birin girtîgehê li min xistin. Gava li ber deriyê girtîgehê polîsan ez telîmî cendirmeyan kirim, ez ketim erdê. Wekî din nayê bîra min.'"    Hevjîna wî Meryem Kaya, pirsî: "Ma kesekî xwe ji wesayîtê bavêje wê li ser laşê wî birîn çênebin? Lê dewsa tu birîna li ser canê wî tune bûn."    BERA WAN DANE    Kaya, diyar kir ku berî hevjînê wê jiyana xwe ji dest bide bi rojekê kesekî ku xwe wekî midûrê girtîgehê daye naskirin hatiey cem wan û got: "Ev kes ber êvarî hat nexweşxaneyê. Xwe wekî midûrê girtîgehê da naskirin. Ji me re got, 'Ne hewce ye hûn li vê derê bimînin, biçin malê.' Me jî got, 'Em ê bimînin.' Vê carê xwe aciz kir û got, 'Ez ji we re dibêjim biçin malê' û kir qîrîn. Me jî got, 'Ma çi zirr ji em çêdibe, em narin.' Vê carê bi darê zorê em ji hundirê nexweşxaneyê derxistin. Li baxçeyê nexweşxaneyê kurê min Diyar ez qaneh kirim û em çûn malê.  Gava bû sibeh, kurê min ê Stenbolê telefon kir û got, bavê wî xwe ji paceya nexweşxaneyê avêtiye û întihar kiriye."    ‘BAWER NAKIM'    Kaya, destnîşan kir ku gava çûne nexweşxaneyê, esker û polîsan nexweşxane dorpêç kiribû û got: "Li nexweşxaneyê ji me re gotin 'hevjînê te xwe ji paceyê avêtiye û xwe kuştiye.' Me xwest em wî bibînin, lê nehiştin. Bûyer saet di sisêyê sibehê de qewimiye. Lê serê sibê saet di heftan de ji me re gotin. Bawer nakim ku hevjînê min întihar kiribe. Wî înfaz kirin. Lê çima, ji bo çi wisa kirine nizanim. Em ê dev ji vê bûyerê bernedin."    Kurê wî Diyar Kaya jî anî ziman ku gava bavê wî li nexweşxaneyê bûye hemşîreyek hatiye raporek daye wî û got: "Di raporê de hatibû gotin ku hin kesan serê wî li cihekî xistiye. Hemşîreya ku rapor da min demek şûn de hat got 'me rapora şaş daye we' û rapor ji min stend."    Diyar Kaya jî anî ziman ku bawer nake bavê wî întihar kiribe û dixwazin rojek berî rojekê ev bûyer zelal bibe.      MA / Erdogan Alayûmat - Dîndar Karataş