Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne 2020-11-06 10:38:05 AMED - Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî têkildarî rageşiya di navbera hêzên kurd ên li Herêma Kurdistana Federe de, bang li aliyan kir ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û gotin: "Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne."   Partiyên siyasî û rêxistinên di Xebata Îtîfaqa Kurdistanî de cih digirin, derbarê rageşiya di navbera hêzên kurd ên li Herêma Kurdistana Federe de, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin. Di daxuyaniya ku bi serenavê ‘Çareseriya Pirsgirêkê Teqez Bi Diyalogêye’ hat weşandin de, ev peyamên girîng hatin dayîn:    "Gelê Kurd, bi sed salane li ser erdnigariya xwe bi dehan car, bi qetliam û koçberiyan re rû bi  rû  maye, bedêlên gelek giran daye û  tevî van bedêlên giran jî, dev ji tekoşîna bi destxistina mafê xwe yên netewî bernedaye, ji bo Herêma Kurdistana Federe serxwebûn, ji bo xweseriya Rojava jî statuyek fermî bidest bixin tekoşîna xwe didomîne.       Di  pêvajoya tekoşîna Azadî û sexwebûna netewa Kurdan de, em bi xemgînî û bi şik dibînin ku hinek welatên dagirker, bi hewldanên provakatif  nakokiyên navbera partiyên Kurdan kûrtir dikin û dixwazin li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.    Pêvajoya tekoşîna azadî û serxwebûna netewa Kurd, di asteke xesas de dibore û ev rewş xwedî hinek fersendin jî. Ger ji pêla bi kar anîna fersenda, kûrkirina nakokîyan bê domandin û bibe sedema pevçûnan, ev rewş wê bi gelê Kurd jî, bi siyaseta Kurd jî bide windakirin.       Di serî de divê partiyên Kurd, di warê mudaxeleyên provakatif de baldarbin û bi  hewldanek berpirsiyarên xwe yên dirokî, rêbaza parastina berjewendiyên netewîde karibin li gel hev tev bigerin. banga me ewe ku, rê li ber pevçûnek nava Kurda bê girtin, lewra şerê di nevbera Kurda de, duh jî ne li gor berjewendiya kurda bû û îro jî ew ê ne li gor berjewendiyên Kurda be, tenê wê bi kêrî dagirkerê kurda bê.   Gelê Kurd giraniya xisar û birînên birakujiyê, tedawî ya birînên civakî yên birakujiyê çiye baş dizane, xisarên birînên birakujiyê ji bîra gelê Kurd ne çûye û hêj jî bi êş û jana wan birînan dijî. Tevî van ceribandinan, mafê Partiyên Kurd tune ku  bi travmayek nû, destkeftiyan têxin xeterê û sedemê windakirina destkeftiyên ku bi bedêlê giran hatine bi dest xistin.   Di serî de Reveberiya Herêma Kurdistan ji bo  partiyên Kurda mecbûriyete ku destkeftinên Kurda li ku derê be bila bibe di hewldana parastin û geşedanê de bin. Roj roja yekîtîya netewî, parastin û geşedana destkeftina ye. Riya çareserkirina nakokiyên navbera Kurdan diyalog e, ji ber vê yekê em bang li aliyan dikin ku diyalogê wek riya çareserî bibinîn û pirsgirêkan çareser bikin.”