Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin 2020-11-06 10:43:06 COLEMÊRG - Parêzerê ÎHD'ê Eren Baskin ê ku li Gundê Avyanê yê Geverê kuştina welatî Şerali Derelî lêkolîn kir, diyar kir ku daxuyaniya Walî û îfadeyên welatiyên gund ên têkildarî bûyerê li dijî nev in û ev yek fikarê wan ê înfaza Derelî zêde dike.    Binpêkirina mafan ên li herêmê zêde dibin. Hefteyek berê di di 29'ê Cotmehê de eskeran li Gundê Ayvanê yê girêdayî Bajaroka Bajirgê ya Gevera Colemêrgê welatî Şeralî Derelî yê 61 salî û hespê wî bi hevre 50 metre li pêş malê kuştin. Xizmên Derelî, anîn ziman ku dema çûn cenaze bigirin eskeran li wan daye û heqaret li wan kiriye. Xizm û kurê Şeralî anîn ziman ku serdar li cihê bûyerê gefa "Hûn dê hêza tirk bibînin. Em ê we bişewitînin" li wan xwariye û cenazeyê Derelî 12 saetan li erdê maye. Piştî bûyerê Endamê ÎHD'ê û Parêzer Eren Baskin çû cihê bûreyê lekolîn kir. Prz. Eren Baskin, çavdêriyên xwe bi ajansa me ya Mezopotamya (MA) re parve kir.    PRZ. BASKIN: WALÎ KUŞTIN REWA KIR   Parêzer Eren  Baskin, destnîşan kir ku berî her tiştî li gund mafê jiyanê binpê kirine û wiha axivî: “Mafê jiyanê binpê kirine. Yê ku mirin rewa dît walî ye. Piştî bûyer hat bihîstin û şûnde walî daxuyanî da. Walityê bi daxuyaniya 'Ji xwe ev qaçaxvanê tiryakê bû. Dosyayên wî yên berê hebûn. Li cem wî metanfetamîn hebû'. Walîtiyê bi vî şiklî mirina Derelî ji neditinê hat. Dîsa ji ber kuştina mirovekî li bajarê wan neket nava xeman. Dîsa ji bo bûyerê lêpirsîn bike daxuyanî neda. Piştî daxuyaniya Walîtiyê fikar û şikên me zêdetir bûn. Piştî me li gund lêkolîn kir daxuyaniya Walîtiyê û îfadeyên xizmên Derelî û gundiyan li dijî hev in. Disa daxuyaniya Walîtiyê û personelên eskeriyê li dijî nev in. Daxuyaniyê walîtiyê û gundiyan hev nagirin.    BIRAYÊ WÎ JÎ BI HEMAN RENGÎ HATIBU KUŞTIN   Prz. Baskin, da zanîn ku wan di çapemeniyê de şopand ku li Gundê Bilindbasan, 2 kolberên Îranê hatibûn şopandin û wiha got: “Ev kes tiryakê difiroşin an jî tiştekî din din difiroşin em baş nizanin. Bi awayekî zelal agahiya tu kesî tune ye. Di encamê de di nava sînorê Komara Tirkiyeyê de welatî ji aliyê eskerên TSK’ê ve hatiye kuştin. Li vir binpêkirina mafê jiyanê heye. 37 sal berê  jî birayê Şerali Derelî bi heman rengî hatibû kuştin. Ji niha û şûnde ji bo buyerên bi vî rengî dubare nebin emê têbikoşin.    ÎFADEYA ESKERAN BI NAKOK E   Prz. Baskin, destnîşan kir ku îfadeya eskeran bi nakok e û wiha axivî: "Esker diyar dikin ku 10-15 metre nêzîk bûn û li gotina "raweste" guhdar nekirin. Esker îdea dikin ku bi kamera tiryak û çek li ser hespê dîtine û 5-6 gule berdane hesp. Lê dema çûne cihê hesp dîtine ku Hesp û Şerali Derelî tev mirine. Diyar dikin ku ev di nava 3-4 deqîqeyan de pêk hatiye. Lê li dijî vê yekê kurê Şeralî diyar dike ku dema çû cihê bûyerê qêrîna bavê wî dihat.  Cenazeye Şerali Derelî 6 saetan li erdê maye. Divê kes ji bîr neke ku cenazeyê Şeralî 6 saetan li erdê maye. Cenaze 6 saetan li holê ye. Li qeydên telefonê eskeran binerin dê zanibin kengî li ambulansê geriya ye. Gelo zû geriya bû dê xelas kiribûna?    Eskerek ji malbatê re dibêje 'Nêzîk nebin li eskerekî min dane' Rastiyê ji gundiyan vedişêre. Dibêjin me dabû pey 2 kesan me gundiyek kuşt. Mirovekî 61 salî kuşt. Gotin emê çawa vîya paqij bikin û çûn. Dibe ku ji bo vê yekê rewa bikin"   CAYNIYÊ KU GULE BERDANÊ LI KU YE'   Baskin, anî ziman ku wekî parêzvanên mafên mirovan û Baro heta ku edalet pêk bê dê li ser vê meseleyê rawestin û şopdarê vê yekê bin. Baskin, pirsa cajniya hespê jî kir û wiha got: "Divê em pirsa caniyê jî bikin û bibin dermanê zilamê 61 salî. Dema bûyerê cajnî li ambulansê kirin û birin. Lê cajnî birin ku ne diyar e. Me xwest em lêkolîn bikin. Guleya li cahniyê ketiye û guleya li Şeralî ketiye yek gule ye ya na? Ji ber ku cihê gule li wan ketiye cihên cuda ne.    Baskin, da zanîn ku dema kujerên Şeralî Derelî ji sûcê “Bi zanebûn kuştine" bên cezakirin dê rê li pêş sûcên din jî bê girtin û lê dema kesên Derelî neyên cezakirin dê kuştinên bi vî rengî berdewam bike.      MA / Müjdat Can - Mazlum Engindeniz