Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2020-11-06 12:02:48 STENBOL -  Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi boneya hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî, bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan.    Malbata Ocalan herî dawî piştî 21 salan, di 27’ê Nîsanê de cara yekem bi telefonê hevdîtin pêk anîbûn. Hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan yekemîn car hat bikaranîn, di 7'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hat qedexekirin.   SERLÊDANA PARÊZARAN HAT REDKIRIN   Di heman demê de, ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengiz Yurekli û Mazlum Dinç, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dabûn û xwestibûn ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin. Serlêdana parêzeran ji aliyê serdozgeriyê ve bi hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo 6 mehan ku di 23’ê îlonê de ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû girtin ve, hat redkirin.