Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da 2020-11-06 12:38:33   ŞIRNEX - Hat îdîakirin ku karkerê bi navê Mazlûm Baran (21) ê ku dîwarê qereqola gundê Rihaniyê ya li ser xeta sînorê di navbera navçeya Sîlopî ya Şirnexê û bajarê Dêrikê yê Sûriyeyê de lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da.    Hat îdîakirin ku karkerê bi navê Mazlûm Baran (21) ê ku di lêkirina dîwarê qereqola Rihaniyê ya li ser xeta sînorê di navbera gundî Rihaniyê ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê û bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixebitî, dibin vînçê de ma û bi awayekê fecî jiyana xwe ji dest da. Bûyera ku duh serê sibehê li derdora 9:40' an qewimî. Hat diyar kir ku piştî 9 seatan, cenazeyê Baran ji bin vîncê hatiye derxistin.    Di rapora mirinê ya Baran de, wekê ku "sedema mirinê nehat tespît kirin" hat  derbaskirin.    Malbata Baran, ji bo ku cenaze kurê xwe bistîne ji Mêrdînê hatin Şirnexê. Bendewariya malbatê ya li ber nexweşxanê dewam dike.