DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin 2020-11-06 13:38:59   AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê rapora meha Cotmehê aşkere kir û got: "Binpêkirina mafên rojnamevanan didome. Di Cotmehê de 11 rojnamevan hatin binçvkirin û 4 jî hatin girtin. Ji 47 dosyayan 91 rojnameger derketin pêşberî dadger û hatin darizandin."    Komeleya Rojnemavanan a Dîcle Firatê (DFG) "Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Cotmeha 2020'an" bi daxuyaniyekê eşkere kir. DFG'ê di daxuyaniyê de diyar kir rojnameger bê sûc û bê sebeb tên binçavkirin û girtin û wiha got: "Nûçeya li ser avêtina du kesan a ji helîkopterê çêkirin nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jin Newsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ji bo "hilanîna tolê" hatin binçavkirin û girtin. Rojnamevan bi sûcdariyên bêbingeh hatine girtin. Divê hemû rojnamegerên girtî bêne berdan.    Di raporê de têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanan ên meha Cotmehê ev agahî hatin parvekirin:   "Meha Cotmehê 11 rojnamevan hatin destgîrkirin, 4 jê hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hate xwarin, 3 rojnamevan dema ku nûçe dişopandin hatin astengkirin, 2 rojnamevan ketin ber lêpirsînê, doz li 5 rojnamevanan hate vekirin, li 5 rojnamevanan 7 sal û 11 meh cezayê girtîgehê û 3 hezar û 650 TL jî cezayê pere hate birîn, ji 47 dosyayan 91 rojnamevan hatin darizandin û 91 rojnamevan jî girtî ne."