Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe 2020-11-06 13:49:33 AMED - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, derbarê rageşiya di navbera hêzên kurdan ên li Herêma Kurdistana Federe de bang li Mesût Barzanî kir ku şerê birakujiyê çênebe.   Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Amedê, têkildarî rageşiya di navbera hêzên kurdan ên li Herêma Kurdistana Federe de, li avahiya xwe ya li navçeya Rezanê civîna çapemeniyê li dar xist. Aktivîstên TJA’yê, Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, endamên MEBYA-DER û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de endama Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê Emîne Denîz axivî.   Denîz, bang li Mesût Barzanî kir ku şerê birakujiyê bide sekinandin, diyalogê bi pêş bêxin û wiha got: “Êdî bes e, bila şerê birakujiyê çênebe. Em aştiyeke mayînde dixwazin. Em bang li Mesut Barzanî dikin ku Kongreyeke Netewî pêk bînin ku hemû kurd tê de cih bigirin, destên xwe bidin dest hev ku ji dewleta Tirk re nebin amûr. Bila destê xwe dirêjî dewleta tirk nekin, şerê birakujiyê bisekînin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya ‘Dayik şer naxwazin, aştiyê dixwazin’ qediya.