Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin 2020-11-06 16:04:24 ENQERE – Parêzerên ku der barê wan de doz û lêpirsîn hatin vekirin û ruhsatên wan ên parêzeriyê hatin betalkirin, ji ber nikarin li qadek din kar bikin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku parêzeran mahkûmî mirina civakî dikin."    9 rêxistinên hiqûqê û parazvanên mafên mirovan, Koordînasyona Li Dijî Xezpa Rihsatê ava kirin û li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Koordînasyonê têkildarî parêzerên ku ji ber doz li wan hatiye vekirin û rûhsata wan hatiye betalkirin li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Nûnerên şaxa ÇHD, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê, Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enereyê û Vakfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) amade bûn. Nûnerên rêxistinên mafên mirovan daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Li ser navê saziyan Endama ÇHD'ê Buket Yilmaz daxuyanî xwend.    Yilmaz, anî ziman ku di salên dawî de parastin kirine hedef û wiha got: "Ev kiryar li Tirkiyeyê zerarek mezin dide pîşeyê parêzeran. Bi vê yekê armanc dikin ku mafê parastinê tune bikin. Parêzerên ku mafê staja xwe bi dest xistine, ji aliyê Wezareta Dadê ve mafê wan ê parêzeriyê tê xespkirin. Ev yek qet me matmayî nahêle. Îqtîdara siyasî êrîşa li dijî parastinê dixwaze rewa bike û kirasekî li vê yekê bike. Xala 5/3 ya zagona Parêzeriyê 30 salin di meriyetê deye. Niha bi vê yekê armanc dike ku parêzerên muxalif rê li pêş wan bigire û wan bê hêz bikin. Armanca vê yekê parastin e. Îqtîdar dixwaze parastinê li gorî xwe diyar bike û têxe kontrola xwe.  Niha em dibînin ku dadgehên herêmî li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn tev nagerin. Niha hewl didin ku hilbijartinê taloq bikin. Ruhsata parêzeran xesp dikin. Bi vê vesikaya şermê parastinê dikin armanc."   Yilmaz, da zanîn ku li gorî rapora Faliyetên Midûriyeta Giştî ya Karên Hiqûqê ya Sala 2019'an; 528 dosya, bi armanca ji nûve bên dîtin, şandine Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê. Dozyayên ku paşve şandine bi temamî li gorî xala 5/3'an a Zagona Parêzeran e.    Piştî daxuyaniyê Parêzer Bariş Barışik ê 2 sal berê ruhsata wî betal bû axivî. "Em parêzerên têkoşer bûn. Der barê me de doz vekirin. Mafê me yê parêzeriyê ji destê me girtin. Dixwazin parêzeriya me ji destê me bigirin û di qada aboriyê de me têxin bin zextan. Me terkî mirina civakî dikin. Ev êrîşa li dijî parastinê ye. Lê em serî natewînin.   Parêzer Mehmet Refîk Atalay jî anî ziman ku pirsgirêka rûhsatê ya parêzeran her ku diçe mezin dibe û wiha got: "Ev mijar ne tenê girêdayî ruhsatê ye. Dixwazin di qadên din de jî zextan pêş bixin. Dixwazin cewherî vî pîşeyî perçe bikin û tune bikin."