Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn 2020-11-07 09:45:41   MÊRDÎN – Ji ber dirûtina nîvîna xwe bi angaşta “xesar dayîna malê cemaweriyê” 10 meh ceza li hunermend Erkan Benlî birîn.   Hunermend Erkan Benlî, di 24’ê mijdara 2016’an de dema qedexeyên derketina derve ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîne hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Erkan Benlî, dema ku li Girtîgeha Tipa T a Tokatê dihat girtin, ji ber ku nivîna xwe ya qetiyayî dirûtibû, 8 roj cezayê hucreyê lê hatibû birîn. Lêpirsîna ku bi angaşta “xesar dayîna malê cemaweriyê” derbarê Benlî de hatibû destpêkirin, bi dawî bû û di darizandina ku di çarçoveya lêpirsînê de hat kirin de 10 meh ceza li Benlî hat birîn.    Benlî, cezayê ku lê hatiye birîn bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand.   Di çarçoveya Doza Nisêbînê de cezayê muebbeta giran û 20 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn.