Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e 2020-11-07 13:37:53   ENQERE – Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweş Abdûlhalîm Kaya li girtîgehê bi awayekî rêkûpêk nayê xwedîkirin û ji ber vê yekê qomaya şekir derbas kiriye û tevahiya rojê ne li ser hişê xwe ye.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 322’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, daxuyanî da çapameniyê. Endamê Lîjneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdûlhalîm Kaya ku li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê girtî ye û rewşa wî ya dawîn ragihand.   ‘4 SAL Û 6 MEH CEZAYÊ WÎ MAYE’   Çevîrmen, diyar kir ku Kaya, ji ber daxuyaniyeke çapameniyê ku di sala 2008’an de li Sêrtê hatiye dayîn hatiye binçavkirin û 8 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û bi van gotinan bal kişand ser rewşa wî: “Di 20’ê îlonê de li Bûrsayê emeliyata prostatê bûye û bêyî tedawî û kontrolên wî temam bibin bi ser mala wî de hatiye girtin û bi hinceta cezayê wî hatiye erêkirin hatiye girtin. Li gorî agahdarkirina malbata wî 4 sal û 6 meh cezayê wî maye û razandina ji vî cezayî 2 sal û 6 meh e.”   ‘DIVÊ BÊ BERDAN’   Di berdewamê de Çevîrmen, destnîşan kir ku Kaya 2 caran emeliyat bûye û geleke nexweşiyên wî yên kronîk hene û ji bo ku bê berdan ev bang kir: “Rewşa wî ya ku karibe bi tena serê xwe li xwe binêre tuneye. Pêwistiya wî bi malbata wî heye. Ne pêkan e ku di girtîgehê de bimîne. Ev jî binpêkirina mafê jiyanê ye. Bêyî ku dereng bê xistin divê Kaya sewqî Saziya Tipa Edlî bê kirin, cezayê wî bê paşdexistin û demildest bê berdan.”