Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû 2020-11-07 13:39:49 NAVENDA NÛÇEYAN – Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ê li ser vexwendinê çû edliyê û li wê derê hat binçavkirin, bi îdîayên ne rast, di çapemeniya alîgir de hat hedef girtin. Karakaşê ku derbarê wî de hat îdîakirina ku di sala 2016’an de “li kampa rêxistinê ma ye”, wê demê di Ozgur Gundemê de dixebitî û li ber avahiya rojnamê ya hat girtin, di çalakiya piştevaniyê de bû.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş, di çarçoveya lêpirsînekê Serdozgeriya Komarê ya Edenê derbarê wî de bi rêve bir de, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” duh hat girtin. Piştî girtina Karakaş, medya alîgir nûçeyên ne rast û derew darbarê wî de servîs kirin. Di nûçeyên hatin fêmkirin ku ji heman pênûsê hatine nivîsandin de, ji bo rojnameger Karakaş ev îdîa hat kirin: “Bepirsê medyayê, wênekêş û têlsizvanê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan e.”     EW BI XWE ÇÛ EDLIYÊ    Ev senaryoya ji bo rojnameger Karakaş a bi armanca avakirinê têgînê hat avakirin, ji derewan pêk tê. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, kaxiza vexwendinê ya îfade dayînê ji Karakaş re tê şandin. Karakaş li ser vê yekê di 4’ê Mijdarê de, bi xwe diçe Edliya Edenê ji bo ku îfade bide. Ligel ku Karakaş li vê derê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin jî, di nûçeyên hatin serwîskirin de, hat gotin ku ev mehek bû polîs lê digeriyan û di encama şopandina teknîkî de, cihê wî hat diyarkirin, polîsan bi operasyonê bi ser mala lê dima de girtin û binçav kirin.      Karakaş ê ku ji edliyê birin  Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edenê, piştî lêpirsîn û îfade girtina wî duh sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê derbarê wî de biryara girtinê da.    NE LI KAMPÊ BÛ, DI NOBETA NÛÇEYAN DE BÛ   Dîsa ji bo rojnameger Karakaş ev derew û îdîa hatin kirin: “Di sala 2016’an de çûye Herêma Kurdistana Federe û salekê di kampa rêxistinê de ma ye. Heya demekê wêne û dîmenên Dûran Kalkan û rêveberiyên payebilind ên rêxistinê girtine û ji bo saziyên medya nêzî rêxistinê servîs kirine.”    Lê di rastiyê de Karakaş wê demê di Rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitî. Di 16’ê Tebaxa 2016’an de polîsan bi ser avahiya rojnameyê de girtibûn û û 22 hevalên wî binçav kiribûn. Li ber deriyê rojnameya hat girtin Nobeta Nûçeyan dest pê kiribû. Karakaş wê demê cihê xwe di Nobeta Nûçeyan de digire. Wêneyên Karakaş ên wê demê yên di nobetê de di arşîvan de hene. Bi awayekê pir aşkere di van wêneyên nobetê Karakaş xuya dike û rastiyê pişt rast dike.