ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin 2020-11-07 15:07:51   ÎZMÎR – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ekîm Polat (23) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê girtî ye û daxwaz kir ku bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya xwe ya li navçeya Konakê civîna çapameniyê li dar xist. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, di civînê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ekîm Polat (23) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê girtî ye.    ‘ÎŞKENCE LI POLAT TÊ KIRIN’   Çîçek, da zanîn ku Polat di sala 2016’an de li Stenbolê hatiye binçavkirin û di binçavan de 25 rojan îşkenceyeke giran dîtiye û wiha got: “Di nav lîsteya girtiyên nexweş ên ÎHD’ê de cih digire. Nexweşiyên hestî, dil û pençeşêrê yên Polat hene. Dibe ku felcî jî bibe. Hatiye gotin ku divê bê tedawîkirin lê nayê tedawîkirin. Saziya Tipa Edlî bi nexweşiyên wî re mijûl nebûye û biryarên redkirinê daye. Niha li girtîgehê îşkence li Ekîm tê kirin û gefa kuştinê lê tê xwarin. Sedema tedawînekirina Ekîm a di vî temenê ciwan de çî ye? Ji bo Ekîm daxwazên pêwîst ji saziyên eleqedar hatine kirin. Em ê rewşa Ekîm ji nêz ve bişopînin û divê demildest bê berdan.”