Sancar serdana gundên Haymanayê kir 2020-11-07 16:02:41 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, bi heyetekê serdana gundên navçeya Haymanayê kir û gundiyan re hat gel hev.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de bi heyetekê çû serdana gundên Kerpîç û Yenîce yên navçeya Haymanayê ya Enqereyê. Bi Sancar re parlamenterên HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP’a Enqereyê jî çûn serdana gundan. Gundiyan heyeta HDP’ê bi çoş pêşwazî kir.    GUNDIYAN HDP’IYAN BI ÇOŞ PÊŞWAZÎ KIRIN   Heyet li meydana her du gundan bi gundiyan re hatin gel hev. Gundiyan pirsgirêkên xwe ji heyeta HDP’ê re vegotin. Piştî gazincên gundiyan Hevserokê HDP’ê Sancar jî axaftinek kir. Sancar di axaftina xwe de polîtîkayên desthilata AKP’ê yên çandiniyê ku xesareke mezin dide gundiyan rexne kir û destnîşan kir ku dê hê zêdetir bi gel re bên gel hev.