81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin 2020-11-07 19:59:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 81 mirovên din mirin û 2 hezar û 483 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 81 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 483 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 10 hezar û 803 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 391 hezar û 739.